Roja Kobanê û Rojava bi megafonê pîroz kirin 2019-11-01 16:15:33 AMED – HDP’ê li navçeyên navendî yên Amedê bi daxuyaniyên çapemeniyê rojên Kobanê û Rojava yên Cîhanê pîroz kir. Li navçeya Yenîşehîrê polîsan destûr neda daxuyaniyê, HDP’iyan jî megafona xwe di şibakê de derxistin û daxuyanî dan.  Rêxistinên HDP’ê yên Rezan, Sûr û Peyasê yên Amedê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ber avahiyên xwe daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyan bûn.    LI YENÎŞEHÎRÊ QEDEXE KIRIN    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê jî xwest li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin, lê polîsan bi hênceta biryara walîtiyê destûr nedan daxuyaniyê. Rêveberên HDP’ê û polîs demek nîqaş kirin. Lê encam jê derneket û polîsan bi mertalên xwe deriyê avahiya HDP’ê ji çûnehatê re girtin.    ‘ÎLHAMÊ DIDE’    Li ser vê yekê HDP’yî li avahiya xwe megafona xwe di şibakê de derxistin û daxuyanî dan. HDP’iyan bi awayê welatiyên li ser Kolanê Ekîncîlerê bibihîzin daxuyanî dan. Hevserokê Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê Selahattî Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rojava di demek kin de di nava tevlîheviya jeopolotîk a Rojhilata Navîn de cihek bêhempa girtiye û got: “Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan pêk hat serkêşiyê ji dinyayê re dike û bûye tevgerek cîhanî. Her wiha şoreşa Rojava îlhamê dide têkoşîna azadiya jinê ya li Tirkiyê jî.”    'LI DIJÎ KURDAN TIFAQAN DIKIN’    Kaya da zanîn ku Rojava bûye navenda demokrasiya xweîfadekirina bi awayek azad a gelan û wiha got: “Rojava di warê azadixwaziya jinê de bû mînaka modela demokrasiya cîhanê. Lê îktîdara AKP-MHP’ê nahêle di serî de kurd û hemû gelên li wir bibin xwedî statû. Ji bo vê yekê her cûre tifaqan pêk tîne û hevkariyê bi rêxistinên selefî re dike.”    'HER DU ROJ PÎROZ BIN’    Kaya anî ziman ku Tirkiye li şûna êrîşî Rojava dike divê di Meclîsê de li çareseriyê bigere û dixwaze li ser penaberan Rojava bike mijara bazariyê. Kaya diyar kir ku di 21’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li dijî zordestiyê di têkoşîna demokrasiyê de berxwedanek meşru birêve dibe û got: “Em bang li her kesê dibêjin edalet, demokrasî û aştiyê dikin ku têkoşîna demokrasiyê mezin bike. Roja Kobanê û Rojava ya Cîhanê li mirovahiyê pîroz be.”      POLÎSAN NEHIŞT WELATÎ LI DAXUYANIYÊ JÎ GUHDAR BIKIN    Di kêliya daxuyaniyê de bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Welatiyên li ser peyarêyê li berzkirin û daxuyaniyê guhdar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin dûrkirin.