Serokê Baroya Amedê Aydin: OHAL wekî xeyaletê didome 2019-11-01 15:47:55   AMED -  Baroya Amedê, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin li pêş Edliyeya Amedê, çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 200'an de berdewam kir. Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku êdî OHAL mayînde bûye û wekî xeyaletekê li ser civake digere.   Baroya Amedê, ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahir Elçî yê li Sûrê hat kuştin li pêş Edliyeya Amedê çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" di hefteya 200'an de berdewam kirin. Di çalakiyê de dîsa pankarta ku wêneyê Elçî li ser ya “Em te ji bîr nakin" vekirin. Parêzerên ji Baroya Îzmirê jî tev li çalakiyê bûn. Di bernameyê de Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, anî ziman ku 4 sal di ser kuştina Tahir Elçî re derbas bû û wiha got: "4 sal borîn, lê hêj faîlên Elçî nehatiye dîtin. 200 hefte derbas bûn ku em bernameya bîranînê li dar dixink. Em dê bê navber têkoşîna edaletê bidomînin. "    Aydin,  bal kişand ser polîtîkaya bêcezahiştinê û wiha lê zêde kir: "Polîtikaya bêcezahiştinê didome. Salek û Nîv e OHAL hatiye rakirin. Lê pêkanînên OHAL'ê hêj berdewam dikin. Hemû mafê daxuyani û xwepêşandanê tên astengkirin. Mafê azadiya ramanê hatiye astengkirin. OHAL mayînde bûye. Hêj wekî xeyaletekî li ser civakê digere."