Rêxistina Efûyê: Kesên tevgera leşkerî ya li Sûriyeyê rexne dikin di bin zextan de ne 2019-11-01 15:09:54 NAVEND NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora weşandin de, diyar kir ku kesên êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne dikin, bi sûcdariyên dûrî aqilan tên binçavkirin û girtin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, di rapora weşand de, bal kişand ser êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Bi sedan kesên ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rexne dikin, bi sûcdariyên dûrî aqilan tên binçavkirin û girtin. Derbarê rojnameger, karhênerên medya civakî û çalakiyên şermezarkirinê bi sûcdariya ‘terorê’ derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin. Bi awayekê keyfî ev kes tên binçavkirin û mafê wan ê geştê tê qedexekirin. Ger ev kes sûçdar bên dîtin, wê rastî cezayên giran bên û werin mehkûm kirin.”