Nivîsa Kurdî ya li ser kevirê gorê bi fermana dozger xera kirin 2019-11-01 13:50:52 MÛŞ - Nivîsa Kurdî ya li ser gora Hevserokê BDP'ê yê Bajaroka Lîsê ya Mûşê Aydin Kaya hatibû nivîsandin, bi fermana dozger hat xerakirin. Şaredarê Bajaroka Lîsê ya Kopa Mûşê Aydin Kaya, di 6'ê Hezîrana 2012'an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Kaya yê li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê jiyana xwe ji dest dabû, li Bajaroka Lîsê hatibû definkirin. Serdozgerê Komarê yê Mûşê di 29'ê Cotmeha 2019'an de ferman da Fermandariya Cendirmeyana Kopê û xwest kevirê gora Kaya xera bikin. Eskeran li ser fermana dozger nivîsa "Em te ji bîr nakin" a li ser kevirê gora Kaya hatibû nivîsandin şikandin.    Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik, bi sedema nivîsa Kurdî ya li ser gora Kaya hat xerakirin pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê karên Hundir bibersivîne.