3 kes ji ber parvekirinên li dijî şer hatin binçavkirin 2019-11-01 11:37:42   HATAY – Li Îskenderûnê, 3 HDP’î ji ber parvekirinên medya civakî yên li dijî şer hatin binçavkirin.    Di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya  Îskenderûnê dest pê kir de, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîh Varişli, Fikret Pîrînç û Mashar Bayam de girtin. Polîsên ku bi ser mala 3 endamên HDP’ê de girtin, bi hinceta parvekirinên medya civakî yên li dijî şer her sê kes binçav kirin.    3 kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeya Îskenderûnê tên girtin.