Ciwanekî Kurd bû qurbana 3'emîn Balafirgeha Stenbolê 2019-11-01 11:26:40   STENBOL - Karkerê Kurd ê 19 salî Mehmet Aydin ê ji Wanê, dema li 3'emîn Balafirgeha Stenbolê dixebitî ji pêpelokê ket û jiyana xwe ji dest da.    Karkerê ciwan ê Kurd ê 19 salî Mehmet Aydin, dema li 3'emîn balafirgeha Stenbolê kar dikir, ji qatê 3'yan ji pêpelokê ket xwar û jiyana xwe ji dest da. Mehmet Aydin ji navçeya Payisava ya Wanê bû û ji bo debara malbatê hatibû li vir kar dikir.