Li Serêkaniyê 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man 2019-11-01 11:09:16   SERÊKANIYÊ - Li Serêkaniyê ya  ku di hedefa Tirkiyeyê de ye, Artêşa Sûriya Netewî (ASN) 25 dibistan hilweşandin û gelek dibistanan jî weke baregeh bi kar tînin. Ji ber vê li bajêr 25 hezar xwendekar ji perwerdê bêpar man.   Li Serêkaniyê ya ku di hedefa êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, ji ber ku dibistan hatin bombebaran kirin, talan kirin û Artêşa Sûriya Netewî (ASN) weke baregehên leşkerî ji bo xwe bi kar tîne, zarok ji perwerdê bêpar man.    BI ÇENTEYÊN XWE YÊN DIBISTANÊ KOÇ KIRIN    Endamê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê yê Serêkaniyê Mihemed Haco ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Ji ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bêpar man û dibistanên herêmên din veguherîn stargeh ji koçberan re.”   BERÊ JÎ HATIBÛN HILWEŞANDIN   Haco destnîşan kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê tevahiya amadekariyên xwe yên ji bo pêşwazîkirina sala nû xwendinê ya 2019-2020`an temam kiribûn û wiha bilêv kir: “Xwendekar jî diçûn dibistanên ku hatine sererastkirin. Ew dibistan di sala 2012`an de ji ber êrişên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Serêkaniyê wêran bûbûn. Çeteyên Cebhet El-Nusra di dawiya 2013`an de careke din êrişî bajarê Serêkaniyê kirin, piştî ku dewleta Tirk a dagirker sînorên xwe jê re vekirin. Lê YPJ û YPG`ê li hemberî êrişan li berxwe dan û li bajêr şer heya çend mehan dom kir. Di encamê de piraniya cihên giştî û binesaziya bajêr wêran bûn.”   ‘BI ÇENTEYÊN XWE KOÇ KIRIN’   Haco di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di dema êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de li ser bajarê Serêkaniyê, min dît ku çawa zarokan li şûna cilên xwe çanteyên dibistanê hildigirtin. Ev jî asta hezkirina zarokan ji zanînê re îsbat dike. Divê dewletên ku mafên zarokan diparêzin erkên xwe yên mirovî li hemberî bi hezaran zarokan bînin cih, pêşeroja wan dabîn bikin û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku ji herêmên dagirkirî vekişe."   25 DIBISTANA HATIN WÊRANKIRIN   Haco, da xuyakirin ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Serêkaniyê zêdetirî 25 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber êrîşan zêdetirî 25 hezar xwendekarên astên navîn û seretayî ji xwendinê bêpar man. Dîsa bi dehan dibistin wêran bûn. Dibistanên ku wêran nebûne jî, veguherandine bargehên leşkerî. Li gorî qanûnên navdewletî yên ku mafên zarokan diparêzin, nabe ku cihên giştî mîna dibistan, nexweşxane û zanîngeh di şeran de wêran bibin. Lê dibistanên me wêran kirin. Li gorî agahiyên ku gihaştin me 25 dibistanên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê wêran bûne."   Mihemed Heco bang li rêxistinên cîhanî û yên têkildarî mafên mirov û zarokan kir ku helwestên cidî li dijî êrişan nîşan bidin û bila hemû kes zanibin pêşeroja perwerdehiya li herêmê di xeteriyê de ye.