Li Wanê 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin 2019-11-01 10:24:48 WAN – Li Wanê di serdegirtina malan de Hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.  Li navçeyên navendî Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê yên Wanê polîsan serê sibê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîs bi saetan li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Hevşaredara Serayê Caziye Duman jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.    Di serdegirtina malan de; Hevşaredara Serayê Caziye Duman, Rêvebera HDP’a Wanê Edîbe Babur, Namzeta Hevşaredariya Payîzavayê ya hilbijartina 31’ê Adarê Rojbîn Akdag, Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’a Wanê ya 24’ê Hezîranê Mukaddes Karakoç, Endama Meclîsa Artemêtanê Handan Karakoyun, Cîgira Şaredarê Tûşbayê Berken Kizilboga, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hawar Derya, Hatîce Akdag, Dayika Aştiyê Pervîn Ozgur, Rêvebera DBP’ê ya Wanê Nerîman Urar di nav de 15 siyasetmedarên jin hatin binçavkirin.    Hênceta binçavkirina siyasetmedaran nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê.