Rastiya tecawiza bi pergalî ya li Elkê hat jiyîn hêdî hêdî derdikeve holê 2019-11-01 10:03:55 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê, rastiya tecawîza bi pergalî ya zarokekê derket holê. Têkildarî bûyerê, cerdevan jî di nav de 6 kes hatin girtin. Derbarê tecawiza ku nêzî 3 salan dewam kir de, navê 30 kesan derbas dibe. Pêşengên li bajêr, ji bo ku hemû detayên bûyerê derketin holê, li hev kom bûn.  Li navçeya Elkê ya Şirnexê, detayên cuda yên tecawîz kirina zarokekê, hêdî hêdî derdikevin holê. Li gorî agahiyan, bûyer berî 3 salan li gundekê girêdayî navçeyê dest pê kir. Di nava kesên tecawîzkar de cerdevan jî hene. Piştî demekê kesên ku dîmen kişandin dest bi şantajê kirin. Her wiha bûyer nêzî 2 salane hem li gund û hem jî li bajêr tê axaftin û gote got li ser bûyer hene. Lê ligel vê jî, tu pêngavên hiqûqî nehatin avêtin.    DI LÊPIRSÎNA ‘VEŞARTÎ’ DE DERBARÊ 7 KESAN DE BIRYARA BINÇAVKIRIN   Bûyer di hefteya derbas bûyî de, li ser îxbara du şahidan, derket holê. Dozgerê Komarê yê Elkê piştî her du îxbaran, derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir. Piştî lêpirsîna “Veşartî” dest pê kir, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî zaroka ku rastî tacewazî hat, xistin bin parastinê û birin bajarek din. Li vê derê bi alîkariya derûnnas îfadeya zarok hat girtin. Piştî îfadeya zarok hat girtin, derbarê xebatkarê şaredariyê C.A., cerdevan M.K. A.K., H.A., E.A., C.K. û F.T. biryara binçavkirinê hat dayîn.    DI ÎFADEYÊN 5 KESÊN HATIN GIRTIN DE NAVÊN CUDA HEBÛN    Polîsan di 27’ê Cotmehê de bi ser malan de girtin, xebatkarê şaredariyê C.A. û H.A., E.A., C.K. û F.T. binçav kirin. Kesên ku rojek şûnde sewqî edliyê hatin kirin, piştî îfade dan dozger, bi sûcdariya  “Wesfa tecawîzê” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. 5 kes bi heman sûcdriyê hatin girtin. Her 5 kesan jî di îfadeyên dan de M.K. ê derbarê wî de biryara binçavkirin heyî, nîşan dan. Hat zanîn ku di îfadeyên hatin girtin de navê gelek kesan derbas dibe.    CERDEVAN HAT GITIN, NAVÊ BI DEHAN KES DERBAS DIBE    Cerdevan M.K. û A.K. ên di demek nêz de, li ser xeta sînorê Herêma Kurdistana Federe hat peywirdar kirin, duh hatin binçavkirin û sewqî edliyê hatin kirin. A.K. ê cerdevan piştî îfade da dozger hat berdan, M.K. jî bi sûcdariya “Wesfa tecawîzê” hat girtin.    BAJÊR BÊDENG E   Li aliyê din, pêşengê li bajêr pêr derbarê bûyerê de kom bûn û ji bo ku bûyer bê ronîkirin, biyar girtin. Pêşengên ku biyar girtin, dûre ji bo hevdîtinê bi Qeymeqamê Navçeyê û rayedaran re bikin, dest bi hewldanan kirin.    Derbarê bûyera ku li tevahiya bajêr belav bûye de, kes na axive û bajêr bêdeng e.