Psîkîyatrîst Deger: Travmayên şer heta heta didomin 2019-11-01 10:03:15 WAN - Psîkiyatrîst Ozgur Denîz Deger, bal kişand ser bandora şer a li ser mirov û civakê û diyar kir ku travmaya şer a li ser mirovan heta heta didome û wiha got: "Şer biqede jî ew travmayên ku ava kirine naqedin. Mirovên şer bibînin travmaya wê li ser zarok û neviyên wan jî dike."    Psikiyatrist û Bijîşkê Pispor Ozgur Deniz Deger, li ser şer û bandora wê ya li ser fîzîk û derûniya kes û civakê ava dike nirxandin kir. Denîz Deger, anî ziman ku ger pêdiviyên derûnî pêk neyên ew travmaya pêş ketiye heta heta didome û wiha got: "Şer li aliyekî kuştin, talankirin û wêrankirinê bi xwe re tîne. Li aliyê din li ser kes û civakê travmayên ku ji nifşekî derbasî nifşên din dibe û bi sedsalan didome ava dike. Şer bi dawî bibe jî travma bi dawî nabin. Kesên şer dîtibin, travmaya dijîn derbasî zarok û neviyê wan jî dibe. Li ser mirovên rastî komkujiyê hatine lêkolîn hatiye kirin. Li ser genetîka neviyê wan jî bandor kiriye. Em dibînin ku nifşên piştî wê jî ketine bin bandora şer û komkujiyê. "    ŞER BANDORÊ LI HER KESÎ DIKE'   Deger, da zanin ku şer bandorê li ser her kesî dike û ev yek derûniya mirov û civakê xera dike. Bi taybetî ev bandorê li ser eskeran dike. Şer tenê bandora xwe li ser kesên di nava şer de nake. Li ser hemû beşên civakê dike. Di şer te êdî tundî tê asayîkirin."    Deger, da zanîn ku li herêmên ku şer demek dirêj pêş dikeve êdî tundî dibe tiştekî ji rêzê û kuştin asayî tê dîtin û wiha axivî: "Bi taybetî li herêmê ku şer dirêj didome, tundî êdî dibe jiyanek rûtîn. Tundî peş dikeve. Aboriya welat xera dibe. Mirovên nikarin debara xwe bikin neçar dimînin ku bêtir kar bikin û keda wan tê xwarin. Ev jî bandorê li ser derûniya wan dike. Şer bandora xwe hem li ser beden û hem jî li ser ruhê mirovan dike.  Koçberiya ji ber şer bi xwe derûniya mirovan xera dike. Kesên ku di pêvajoya şer re derbas bibin, piştî şer bi dawî bibe jî, êdî nikarin wê bandora şer ji ser xwe bavêjin."