Li Licê 2 kes hatin berdan 2019-11-01 09:52:31   AMED – Li çoltera Licê di operasyona eskerî de 2 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Li mezraya Goma Salo ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê duh operasyona eskerî hatibû destpêkirin. Di operasyonê de Ahmet Erdak û Mehmet Erdak hatibûn binçavkirin. Welatiyan piştî li Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê îfade dan sewqî Dadgeha Licê hatin kirin. Her du welatiyên îfadeyên wan ji aliyê dadger ve hat girtin hatin berdan.