Hevşaredarê ku mazbatayê nedanê binçav kirin 2019-11-01 09:48:12   QERS - Hevşaredarê bajaroka Bazarcixê ya Dîgorê Abûbekîr Erkmen ê HDP'î ku bi hinceta KHK'î bû, YSK'ê mazbata nedayê, hat binçavkirin.    Hevşaredarê bajaroka Bazarcixê ya navçeya Dîgorê ya Qersê Abûbekîr Erkmen ê HDP'î ku di Hilbijartinên 31'ê Adarê de ji sedî 55'ê dengan girt û bi ser ket; lê bi hinceta ku bi KHK'ê ji kar hatibû avêtin, Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbatayê nedayê, hat binçavkirin. Polisan, bi ser mala Erkmen a li Dîgorê de girt û ew binçav kirin. Polisan, piştî binçavkirinê Erkmen bi xwe re birin navenda Qersê.   Sedema binçavkirina Erkmen nayê zanîn.