Gotina 'Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye' sûc hat hesibandin 2019-11-01 09:14:51 AMED – Derbarê Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz de ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, doz hat vekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Yilmazê bê birîn. Ji tiştên ku Yilmaz pê tê tawanbarkirin, yek jê jî gotineke wê ya di dema pêvajoya greva birçûnê de ye ku gotiye: "Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye."  Hîcran Berna Ayverdî ku piştî sûd ji Qanûna Poşmaniyê girtibû û îfade li ser Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz dabû, qeyûm tayînî Şaredariya Peyasê hatibû kirin û derbarê Yilmazê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna derbarê Yilmazê de temam bû û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" îdianame hat amadekirin.    Di îdianameyê de beşdarbûna Yilmazê ya bernameyeke li HDP'a Rezanê, di bernameyê de gotina sirûda "Çerxa Şoreşê", rêzgirtin, tevlîbûna taziyeya Zulkuf Gezenê di dema greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe anî û tevlîbûna civîna çapemeniyê ya ji bo Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku dema di greva birçîbûnê de bû û gotina wê ku gotibû "Leyla Guven, ji bo tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe bedena xwe daye ber birçîbûnê" sûc hatin hesibandin.    Her wiha di îdianameyê de hat parastin ku Yilmaz endamê Kongreya Jinên Azad (KJA) bûye ku bi KHK'ê hatiye girtin û endamtiya wê ya Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê ku bi KHK'ê hat girtin jî sûc hatiye hesibandin. Parvekirinên Yilmazê yên Twîtterê jî sûc hatine hesibandin.    Îdianameya ku têde tê xwestin 15 sal ceza li Yilmazê bê birîn, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ve hat qebûlkirin.    MA / Aydin Atay