Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Gurbuz: Ê bi ser bikeve wê vîna gel be 2019-11-01 09:10:49 AMED – Nûnerê DÎSK'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz ku ji bo tayînkirina qeyûman got, "nenaskirina vîna gel", diyar kir ku dawiya bloga AKP-MHP'ê hatiye û got: "Ê bi ser bikeve wê vîna gel be."  Wezareta Karên Navxweyî, qeyûm tayînî 13 şaredariyên HDP'ê kir. Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, tayînkirina qeyûman nirxand.    ‘BIRYAREKE FAŞÎZAN E'    Gurbuz, ji bo tayînkirina qeyûman got, biryareke "faşîzand û bi bîr xist ku di sala 2016'an de jî qeyûm tayînî 96 şaredariyên HDP'î hatibûn kirin. Gurbuz, anî ziman ku qeyûmên tên tayînkirinê polîtîkayên xwe li ser qirkirina karkeran ava dikin û got, bi hezaran karker ji kar hatine derxistin. Gurbuz, got: "Qeyûmên hatine tayînkirin careke din nîşan didin ku AKP careke din vîna gel nas nake. Bi awayekî zêde êrîşî rêxistinên demokratîk dike. Gava êrîş dike bi girtin û binçavkirinan dixwaze rê li ber bertekan bigire. Em saziyên civaka sivîl ji bo qeyûm biçin em ê li her platformê daxwazên xwe yên demokratîk bînin ziman."    Gurbuz, anî ziman ku demildest divê hevşaredarên ku gelê kurd ew hilbijartine vegerin ser karê xwe.    'DAWIYA BLOGA AKP-MHP'Ê HATIYE'    Gurbuz ku got "Êdî nikarin ser krîza aborî bigirin. Kesên di meaşê kêmtirîn de destên wan direhilin, 8 hezar TL li meaşê serokomar zêde dikin yanî 4 qatê meaşê kêmtirîn. Bloga AKP-MHP'ê Bi van zeman û tayînkirina qeyûman dixwaze xwe xelas bike" destnîşan kir ku lê belê dawiya vê bloga ku guh nade mafê gel û kedkaran hatiye. Gurbuz, got: "Wê ev blog biqede û ê bi ser bikeve wê vîna gel be."    Gurbuz, diyar kir ku ji bo vê yekê jî pêdivî bi yekîtiyeke xurt heye.