Dayika Aştiyê ya hat berdan: Bila girtiyên nexweş bên berdan 2019-11-01 09:08:46 ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku ji sedî 86 rapora wê hebû û bi nexweşîna pençeşêrê ket, piştî 2 salan hat berdan. Başdaş, diyar kir ku girtiyên nexweş di şertên giran de dimînin û xwest bên berdan.  Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ku ji ber ku di 1'ê Cotmeha 2015'an de tev li çalakiya "mertalên zindî" ya li Çiyayê Bagokê bûbû 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn. Di sala 2017'an de gava ji bo tedawiyê çû Îzmîrê hat binçavkirin û ji ber cezayê wê teqez bûbû hatibû girtin û wê şandibûn Girtîgeha Jina ya Şakranê. Her çend ji sedî 86 rapora Başdaşê hebû û pençeşêr lê peyda bûbû jî nehatibû berdan, lê piştî dosyeya wê ji Dadgeha Bilind re hat şandin hat berdan.    Başdaş, bal kişand ser şert û mercên girtîgehê. Başdaş ku pençeşêr lê peyda bûye, diyar kir ku nexweşîna dil, şekir, gurçikan û tansiyon jî pê re heye. Başdaş, got: "Berê ji gurçika xwe, apandîsa xwe, qirik û malzaroka xwe emeliyat bûbûm. 7 mehan di ranzayê de mam. Girtiyên siyasî alîkariya min dikirin. Li ber serê min man. Wan kincên min dişûştin û xwrina min didan min. Ji min e bûn dest û pî."    ‘GAVA HATIM GIRTIN DIMEŞIYAM, LÊ NIHA NIKARIM BIMEŞIM'    Başdaş, destnîşan kir ku li girtîgehê tenduristiya wê xirabtir bûye û ji ber çend caran bi awayekî kelemçekirî wê birine nexweşxaneyê tedawî red kiriye û ji ber vê tenduristiya wê xirabtir bûye. Başdaş, got: "Gava ketim girtîgehê dimeşuyam. Lê niha nikarim bimeşim. Li wir xweşikî min nikaribû xwarin jî bixwara. Şekir bi min re heye, lê xwarina diyetê nedidan min. Ji bo birçî nemînim jinan xwarin çê dikir. Gava min bi tenê dixistin odeyekê ji ser hişê xwe diçûm. Ji ber bêhewatiyê bêhna min dernediket. Zor û zehmetiya ku min di 62 salan de nedîtibû, di nav du salan de dît."    TIRKÎ LÊ FERZ KIRIN   Başdaş, anî ziman ku ji ber bi tirkî nizanibû tim di navbera wê û îdareya girtîgehê de pirsgirêk çê dibûn û got: "Her ku min digot bi tirkî nizanim, digotin 'na tu dizanî.' Digotin, 'madem tu nizanî çima tu serê xwe dihejînî, em ji te bawer nakin.' Ji ber em kurd in, ji ber kitana me heye em hatin girtin."    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN'    Başdaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: "Heger girtiyên nexweş bên tedawîkirin wê baş bibin. Ji ber di şert û mercên giran de dimînin, ji ber berdana xwe kêfxweş nebûme. Heger ez di wextê xwe de bihatama tedawîkirin, wê pençeşêr çê nebûna. Bang li Wezareta Dadê dimim; girtiyên nexweş berdin."