Îşkenceya li pisîkê hat kirin ji Serokwezîr pirsî 2017-12-04 12:57:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu îşkenceya ku leşker Taner H. li Alaya Muharebe ya Erzinganê li çêlika pisîkê kir, ji Serokwezîr Binalî Yildirim pirsi.    Li kolana Ordu ya Erzînganê duh êvarî li pêş Nîzaniya Mala Artêşêya Erzînganê leşkerê girêdayî Alaya Muharebe ya Erzinganê Taner H. (25) li çêlika psîkê îşkence kir. Piştî gilî li polisan hat kirin, Leşker Taner H. hat binçavkirin û teslîmî înzîbatên leşkerî kirin. Derket holê ku leşker Taner H. 221 promil bi alkol e. Têkildarî mijarê Serdozgerê komarê lêpirsîn da destpêkirin. Li ser vê bûyerê, Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu îşkenceya ku leşker Taner H. li Alaya Muharebe ya Erzinganê li çêlika pisîkê kir, ji Serokwezîr Binalî Yildirim pirsi.    Tanrikulu, pirsname da û xwest der barê vê yekê de lêpirsin bê destpêkirin û hesap bê pirsîn.