YRD: Rojnameger Erdemcî li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da 2019-10-31 17:19:52 NAVENDA NÛÇEYAN - YRD’ê ragihand ku kedkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî di êrişên Tirkiyê yên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye. Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku xebatkarê Çapemeniya Azad Vedat Erdemcî di êrişên Tirkiyê yên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye.    YRD, têkildarî Erdemcî yê ku nû zelal bû jiyana xwe ji dest da wiha got:    “Hevrêyê me Vedat Erdemcî yê di demên dirêj di nava saziyên cuda yên Çapemeniya Azad de kar kiriye, dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi belge bike û nîşanî cîhanê bide li Serêkaniyê tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad dibe.   Xebatkarên Çapemeniya Azad ên tevî hemû zext û zilmê ji rastiya çapemeniya azad û ji rastiyê venegariyayî, li ser rêya heqîqet û ronahiyê çûne, her demê bûne hedefa dagirker û hevkarên wê.   Hevrêyê me Vedat Eerdecî dema kevneşopiya çapemeniya azad a ji Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhatn, Dilîşan Îbîş û Rizgar Adanmiş dewir girtî, 11’ê Cotmehê di êrîşên dewleta Tirk ên esmanî ya li Serêkaniyê de şehîd bûye.   Sala 2015’an birayekî hevrêyê me Vedat Erdemcî dema li Serêkaniyê çeteyên DAÎŞ’ê êriş kiribû, di bersivdayina êrîşan de şehîd bûbû. Hevrêyê me Vedat Erdemcî jî di êrîşeke esmanî ya 11’ê Cotmeha 2019’an a li ser Serêkaniyê de tevlî karwanê şehîdan dibe.   Hevrêyê me Vedat Erdemcî herî dawî li ser zarokên Êzidî yên li Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji destê DAÎŞ’ê hatibû rizgarkirin, dixwest belgefilmek amade bike, bi destpêkirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava re bi kamereya xwe ji bo rastiyan ji cîhanê re nîşan bide, dest bi xebatê çapemeniyê kir.   Em Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) Vedat Eredemcî û kekdarên çapemeniyê Saed Şêxmûs Ehmed, Mihemed Hesen Reşîd û Dilovan ên berî wî du rojan di êrîşa dagirkeran a li Serêkaniyê ya li ser sivîlan de şehîd bûbûn jî bibîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin.”