Di kana komirê de girîzû pêk hat: 3 karker asê man 2017-12-04 12:43:31 ŞIRNEX - Li kaneke komîrê ya di navbera gundê Kiron û bajaroka Balveren ên Şirnexê de teqîna grîzû rû da û 3 karker di kanê de asê man.    Di kaneke komirê ya di navbera gundê Kiron û bajaroka Balveren ên Şirnexê de teqîna girîzû rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, li herêma teqîn rû da de 3 karker asê man. Piştî teqînê ekîbên AFAD û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin. Têkildarî tenduristiya karkeran de tu agahî nehat bidestxist û xebatên lêgerînê didomin.    Di 17’ê Cotmehê de jî, di Hêjmara 1 a Kana Komê ya Şirnexê de hezan rû dabû û 8 karkeran jiyan xwe ji dest dabûn.