Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê 2019-10-31 16:58:11   AMED – Di danişîna doza Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca de şandeya dadgehê biryar da ku ji bo deşîfrekirina axaftinên Uca beşa Kurdolojî ya Zanîngeha Dîcleyê rapora pispor amade bike.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ji ber di çalakiyên di 2015 û 2016’an de 7 daxuyaniyên cuda dabû bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” bi daxwaza heta 15 sal cezayê hefsê doz lê hat vekirin. Danişîna 8’emîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Uca beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Reyhan Yalçindag di danişînê de amade bûn.    DOZGER MUTALA XWE DUBARE KIR   Dozger bi daxwaza cezayê hefsê yê Uca yê ji 7 salan heta 15 salan bê erêkirin mutala xwe dubare kir.    XWESTIN AXAFTINA WÊ BIŞÎNIN BEŞA KURDOLOJIYÊ    Parêzer Mehmet Emîn Aktar da zanîn ku axaftina kurdî ya miwekîla wî ku di CD’yê de ne û li gel deşîfrasyona wê hatiye kirin jî neşandine heyeta pispor û xwest CD û deşîfrasyonê bişînin Beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê û raporek heyeta pispor bê amadekirin.    Parêzer Reyhan Yalçindag jî da zanîn ku Uca li Elmanyayê perwerdehiya xwe temam kiriye û hindik bi tirkî dizane û axaftina miwekîla wê bişînin beşên Kurdolojiyê yên Zanîngeha Artûklû û Zanîngeha Dîcleyê. Yalçindag anî ziman ku parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureya Onder jî ji ber heman axaftinê ku jê dihat darizandin dadgehê di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de qebûl kiriye.    BEŞA KURDOLOJIYÊ DÊ RAPOR AMADE BIKE    Şandeya dadgehê ji bo axaftina Uca wergerî tirkî were kirin biryar da ku axaftina wê bişînin beşa Kurdolojiya Zanîngeha Dîcleyê û rapora heyeta pispor were amadekirin. Dadgehê danişîn taloqî dîrokek pêş kir.