'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe' 2019-10-31 16:49:32 ŞIRNEX - Heyeta KCD û HDP'ê Cizîr ziyaret kir û xwest her kes li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe bilind bikin. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç anî ziman ku Cizîr wêneyê Tirkiyeyê ye û xwest her kes dengê xwe bilind bikin. Oluç da zanîn ku ger bêdeng biminin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe. Heyeyeta KCD û HDP'ê ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî d nav de li Cizîrê di bin dorpêça polîsan de esnafan ziyaret kirkin û daxuyanî dan çapemeniyê.   Piştî ku Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig di 29’ê Cotmehê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê Davut Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin. Çalakiyên şermezarkirinê ku li dijî tayînkirina qeyûm li navçeyê hatin destpêkirin di roja sêyem de berdewam kirin. Di çarçoveya çalakiyên ku hatin destpêkirin de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê î Saruhan Oluç, Parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Pero Dundar, Tulay Hatîmogullari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Acar Başaran, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Musa Farîsogullari, hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes li Çarxerêya navçeyê kom bûn û xwestiin serdana esnafan bikin. Polîsan bi hinceta, “hejmar zêde ye” girse asteng kir. Li ser vê yekê girseyê bi dirûşma, “Cizîr Ya Me Ye, Şaredarî Ya Me Ye” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Polîsan nîvê girseyê veqetang û pişt re destûr da ku tenê heyeta parlementer di nav dene esnafan ziyaret bikin.   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN'    Di dema serdana esnafan de welatiyan xwestin tev li heyata HDP'ê bibin lê welatî ji aliyê polsîan ve careke din hatin astengkirin. Welatiyên ku hatin astengkirin ji dûr ve bi çepik û dirûşman piştgirî dan girseyê. Di dema serdana esnafan de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bang li gel kir û wiha got: “Li dijî dagirkî û bêhiqûqiyê em berxwedana xwe berdewam dikin. Jiyan berxwedan e. Serkeftin ya gelê Botanê ye. Li dijî qeyûman dê berxwedana me berdewam bike. Em ê tu carî serî netewînin. Em zext û zordariyan nas nekin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”   ‘EV BERXWEDAN GERDÛNÎ YE'    Piştî serdana esnafan, girse li ber deriyê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê kom bû û li vir daxûyanî hat dayîn. Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç axivî û bal kişand ser zordestiya polîsan a dema serdana esnafan ku kirin û wiha got: “Qeyûmê ku tayînî navçeyê hat kirin em bi tenê bi sedan polîsan ve ancax dikarin esnafan ziyaret bikin. Îro tabloya Tirkiyeyê ev e. Piştî qeyûmê ku tayînî şaredariyê hat kirin, em nema dikarin serdana esnafan jî bikin û axaftin û slavdayîn jî hatine qedexekirin. Em li dijî van neheqiyan berxwedana demokrasi, maf û hiqûqê didin. Ev berxwedanek gerdûnî ye. Ev berxwedana mafên gel û demokrasiyê ye. Cizîr wêneyê Tirkiyeyê ye. Pêwîste her kes dengê xwe bilind bike. Ger em bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe."   ‘WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE'    Oluç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdar dibêje ez nahêlim parlamenterên HDP’ê gel bi rê ve bibin û ji hilbijêran re dibêje, 'Hûn rêvebiran diyar bikin jî ez ê li şûna wan qeyûm tayîn bikim.’ Heta niha qeyûm tayînî 13 navend û navçeyên me hatine kirin û şaredariyên me hatin xespkirin. Em vê qebûl nekin û em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Heta ku vîna gel li her derê bê qebûl kirin em ê berxwedana xwe ya edalet, azadî û demokrasiyê bidomînin.”   Piştî axaftina Oluç daxûyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.