Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir 2019-10-31 14:33:05 AMED – Meclîsa Şaredariya Rezanê xwest navê Ceylan Onkol a ji aliyê qereqola eskerî ve hat kuştin li parkê bike. Lê Qeymeqamiya Rezanê cara duyem navê Onkol red kir.    Koma HDP’ê ya Meclîsa Şaredariya Rezanê ya Amedê di civîna meha cotmehê de biryar da ku navê Ceylan Onkol a bi guleya hewanê li mezra Xambaz a navçeya Licê di 28'ê îlona 2009'an de jiyana xwe ji dest dabû li parkê bike. Biryara ji bo navê Onkol li parkê were dayîn di 16’ê cotmehê de ji Qeymeqamiya Rezanê re hat şandin. Hat zanîn ku cara duyem bû ji bo navê Ceylan Onkol vê biryarê dişînin Qeymeqamiyê.   Qeymeqamiyê di 21’ê cotmehê de bersiv da biryara Şaredariyê û vê biryarê erê nekir û cara duyem red kir.    Meclîsa Şaredariya Rezanê di 4’ê cotmeha 2017’an de jî xwestibû navê Ceylan Onkol li parkê bike lê wê demê jî qeymeqamiyê red kiribû û destûr nedabû navê Ceylan Onkol.