Doza Dînk dest pê kir: Edalet nemaye 2017-12-04 12:16:25 STENBOL - 60'emîn danişîna doza cînayeta Rojnameger Hrant Dink dest pê kir. Hevalên Hrant yên li pêş Dadgehê kom bûn, diyar kirin ku di vê dozê de bendewariyên wan ên edaletê berdewam dikin û wiha got: "Bendewariyên ye hene. Lê tu pîvanên edaletê li holê nemaye."  60'emîn danişîna doza cînayeta Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrand Dînk li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Di dozê de midurê polisan ê Stenbolê yê berê Celalettin Cerrah, Midûrê Şaxa Îstîxbaratê yê Midûriyeta Polisan ê Stenbolê yê berê Ahmet Îlhan Guler, Midûrên şaxa Îstîxbaratê ya polîsan Ramazan Akyurek û Sabri Uzun jî di navde 83 bersûc, ji kuştina Hrant Dink tên darizandin. Beriya rûniştina dozê dest pê bike hevalên Dînk yên li ber Edliyeyê kom bûbûn daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniya li pêş Edliyeya Çaglayanê bûn. Rojnameger û hevalên Dînk di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo Hrant Edalet" vekirin. Li ser navê rojnamegeran Rojnameger Bulent Aydin daxuyanî da.    'BERPIRSIYARIYÊ DAVÊJIN SER HEV'   Aydin, diyar kir ku di danişîna 60’emîn de li hev kom dibin û wiha got: “Di 2'ê Tîrmeha 2007’an de doza cînayetê vebû. 10 sal û 5 mehin didome. Ev cînayet li ber çavê her kesî pêk hat. Piştî cînayetê delîl hatin reşkirin. Bi zanebûn û çavdêriya dewletê ev cînayet pêk hat. Di pêvajoyên darizandinê de me ev yek dît. Di îstîxbarata polîsan û rûniştina dowî ya dadgehê de me guhdar kir û me dît ku rayedar berpirsiyarê davêjin ser hev. Kes xwe nadin berpirsiyarê. Di her rûniştinê de me dît ku kesî ji bo cînayeta Hrant Dink asteng bikin û rawestînin tiştek nekirine. Di vê dozê de bendewariya me didome. Lê tu pîvanên ku bawerî û heviyê ji edaletê  bixwazin tune. Di vê rewştê de edalet baweriyê nade me."    DÊ LI CIHÊ LÊ HATIYE KUŞTIN BÊ BIBÎR ANÎN   Aydin, diyar kir ku dê mehek û nîv şûnde Dînk di 11'emîn salvegera kuştina wî de bibîr bînin.   Piştî daxuyanî hat dayîn derbasî salona dozê bûn. Danişîna dozê dest pê kir. Danişîna dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Li bendê ye ku lêpirsîna Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê Alî Oz, Erkdarê Cendirmeyan ê Trabzonê Metin Yildiz û Erkdarê Cendirmeyan ê Stenbolê Muharrem Demirkal bê kirin.