Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin 2019-10-31 11:13:12   ENQERE - Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Jêr a Mafê Girtî û Hikumxwara ya Meclisê ve têkildarî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatiye amadekirin de tê diyarkirin ku xwarina ku ji girtiyên biyanî re tê dayîn li gorî ya girtiyên tirk kêm e.    Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Jêr a Mafê Girtî û Hikumxwara ya Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê ve têkildarî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hatiye amadekirin de tê dîtin ku cûdakiriya li girtîgehê xwe heta xwarinê jî dide der. Li girtîgeha ku komîsyon ji bo lêkolînan di 6'ê Îlona 2019'an de çûye serdana wê, pirsgirêkên mîna astengkirina tedawiya girtiyên nexweş, lêgerîna tazî, sûd wernegirtina faalîyetên civakî û zêdebûna kapasîteyê lê hene.    KAPASÎTE 950, GIRTÎ HEZAR 354   Di raporê de hatiye diyarkirin ku girtîgeha kapasîteya wê 950 kes e, heta roja ku ji aliyê komîsyonê ve lê lêkolîna hatiye kirin jî hezar 354 kes lê hebûne. Ji vê hejmarê 721 kes girtî û 633 kes jî hikumxarî bûne. Hejmara zarokên li girtîgehê 100 û girtiyên biyanî jî 281 kes bûne. Di raporê de hatiye diyarkirin ku hebûna di ser kapasîteyê de ya girtî û hikumxaran a li girtîgehê bûye sedema têrnekirina şertên fizîkî.    JIN TIRKAN PIR JI BIYANIYAN RE KÊM   Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku li gorî ragihandinên girtiyan li girtîgehê ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin tê dayîn. Her wiha hatiye diyarkirin ku ji bo girtiyên nexweş xwarinên parêz (diyet) dernakevin.    TEDAWÎ TÊN ASTENGKIRIN   Di raporê de qala binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş jî tê kirin û tê gotin ku di asta têrker de li ser pirsgirêkên girtiyên nexweş nayê rawestandin. Girtiyên nexweş ya dereng tên tedawîkirin ya jî qet nayên tedawîkirin, mieyne û tedawiyên wan bi kelemçe tê kirin.    Binpêkirinên din ên ku di raporê de cih digirin wiha ne:    * Di têketina destpêkê ya saziyê de lêgerîna tazî tê kirin.    * Di peydakirina berhemên li qantîna saziyê de û bi taybetî jî di peydakirina amûrên takekesî yên lênihêrînê de pirsgirêk hene.   * Sûdwernegirtina girtî û hikumxarina a ji faalîyetên civakî û qada hevpar.    * Di lêgerînên kogûşan de desteserkirina amûrên taybet.    * Di rojên hevdîtinan de rawestandina dirêj a malbatan ya li ber girtîgehê.    * Darizandina girtiyên jinên dûcanî ku ji welîdîna wan re kêm maye    * Sûdwernegirtina kreşan a hin pitik û zarokan    * Li gel ku ne qedexe ne jî astengî derxistina rêveberiya girtîgehê ya ji bo pirtûk û kovar û rojnameyên ku ji derve tên   * Li hin kogûşan li her odeyê televîzyon heye û li hin kogûşan jî tenê li qada hevpar televîzyon heye, Ev jî dibe sedema cûdakariyê.     * Nekirina kirariyê ya hin daxwaznameyên ku ji aliyê girtî û hikumxwaran ve tên dayîn, li gel ku hin daxwzanameyan dikin kirariyê jî bersiva wan nayê dayîn, pirsgirêkên diyaloga bi rêveberiya girtîgehê re.    Jİ GIRTÎGEHAN 2 HEZAR Û 703 SERLÊDAN   Li aliyê din li gorî daneyên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê, di navbera 16'ê Tîrmeha 2018 - 25'ê Cotmeha 2019'an de 3 hezar û 425 serlêdan li komîsyonê hatine kirin. Di nav vê hejmarê de 2 hezar 703 serlêdan têkildarî girtîgehan in.    MA / Dîren Yûrtsever