Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe 2019-10-31 11:10:40 MÊRSÎN – Dîroknas û nivîskar Celal Temel, diyar kir ku dewletên serdest dixwazin Kurdan di bin kontrola xwe de bihêlin û wiha got: "Di şertên îro de kurd nebin yek nabe. Divê êdî Kurd yekitiya xwe ava bikin."    Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, dewletên Fransa û Îngîlistan, di nava xwe de Peymanên Sykes-Picot û Lozanê îmze kirin. Bi van peymanan axa Kurdan di nava Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê de kirin çar perçe. 4 dewletan Kud xistin bin serwerî û dagirkeriya xwe. Piştre dest bi polîtîkayên pişaftin û îmhayê kirin. Kurd niha di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîsa bi êrişa Tirkiyeyê re rû bi rû ne. Tirkiye bi vê êrîşê destkeftiyên Kurdan ên Xweseriya Demokratîk dikin hedef. Bi van êrîşan Kurd bêtir nêzî hev bûn û di nava hewldana avakirina yekîtiyê de ne. Hemû rêxistinên Kurdan li hev kom dibin û di nava lêgerîna yekîtiyê de ne. Nivîskar û Dîroknas Celal Temel li ser rewşa Kurdan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Temel, anî ziman ku di nava şert û mercên heyî de êdî Yekîtiya Kurdan ferz e û kurd nebin yek nabe.    Temel, da zanîn ku di navbera salên 1918 û 1923'an de Peymana Lozanê hat îmzekirin û îro jî wekî wê demê destkeftiyên Kurdan dikin hedef û wiha got: "Ji ber wê demê Kurd nebûn yek, winda kirin û perçe bûn. Niha jî Kurd nebin yek wê dîsa winda bikin. Ji ber vê yekê Kurd bibin yek. Niha 4 dewlet kurdan di bin kontrola xwe de dihêlin û dixwazin her dem di bin kontrola wan de bin. Divê tevgerên Kurd di bin banê yekîtiyê de li hev kom bibin. Di vê pêvajoyê de yekîtiya neteweyî pir pir girîng e. Ger ku Kurd bibin yek û yekîtiya neteweya xwe ava bikin dikarin destkeftiyên xwe jî biparezin. Ger ku bibin yek êrîş jî wisa bi hêsanî pêk nayên."    Temel, da zanîn ku Tirkiye endamê NATO ye û 20 dewlet endamên NATO ne û wiha axivî: "Li pişt Tirkiye NATO heye. Lê li pişt gelê Kurd jî cemaweriya demokratîk heye. Cemaweriya demokratîk êdî neheqiya li Kurdan tê kirin dibînin. Têkoşîna Kurdan a li Rojava li dijî DAIŞ'ê ji aliyê hemû cîhanê ve hat dîtin. Tekoşîna Kurdan a nateweyî hat naskirin. Ev ji bo gelê Kurd gavek gelek erênî ye. Hin dewletên emperyalîst ên li dijî Kurdan polîtika pêş dixistin jî êdi bi awayekî “stratejik" bi Kuran de di nava têkiliyê de ne. Êdî dewletên emperyalist dizanin ku li Rojhilata Navîn hebûna wan girêdayî hebûna Kurdan e."       Temel, xwest ji bo gelê Kurd îro dîsa winda neke dîsa li peymana Lozanê û dîrokî binerin û bêtir ji bo yekîtiya xwe têbikoşin. Temel, da zanîn ku di vê pêvajoyê de Kurd neçar in bibin yek.     MA / Ergin Çaglar