Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin 2019-10-30 17:10:54   ÊLIH – Şaredariya Êlihê xwest navê nivîskar Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bike. Walîtiya Êlihê destûr neda navê Baksî. Şaredariyê bênav pirtûkxaneyê ji xizmeta gel re vekir.    Şaredariya Êlihê qata ser Mala Şînê ya Taxa Pinarbaşiyê veguherand pirtûkxaneyê. Şaredariyê xwest navê nivîskarê kurd Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bike. Walîtiya Êlihê destûr neda şaredarî navê Baksî li pirtûkxaneyê bike. Şaredariyê bênav pirtûkxane vekir û xist xizmeta xwîneran. Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Hevserokê Rêxistina Êlihê Nîzamettîn Toguç, rêveberên HDP’ê, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) û gelek kes beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyê bûn.    Hevşaredar Songul Korkmaz di vekirinê de axivî û diyar kir ku pirtûkxane yek ji projeyên wan e û ew ê di her şert û mercan de xizmeta xelkê Êlihê bikin.    ‘DESTÛR NEDAN NAVÊ MAHKMÛT BAKSÎ’    Hevşaredar Mehmet Demîr jî da zanîn ku wan xwestiye navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bikin lê walîtiyê destûr nedaye wan û pirtûkxaneyê bênav vekirine. Demîr hemû xwîner û xwendekaran vexwend pirtûkxaneyê.    NAVÊN NIVÎSKARAN LI SER DÎWAR E   Li ser dîwarê pirtûkxaneyê navê Mûsa Anter, Selîm Temo, Yaşar Kemal, Gulîzer û gelek nivîskarên din hatin nivîsandin û wêneyên pirtûkên wan hatin xêzkirin. Li hundirê pirtûkxaneyê cihê xwendinê jî heye.    ‘EM QEYÛMAN NAXWAZIN’    Ji xwîneran Yasîn Balakçi wiha got: “Ev der ji bo xwendina pirtûkan gelek guncav e. Di demek ku her roj qeyûman tayînî ser şaredariyên me dikin xizmet û xebatên wiha me bextewar dike. Ji ber vê yekê em qeyûman naxwazin.”   MAHMÛT BAKSÎ KÎ YE?   Mahmut Baksî di sala 1944’an de li gundê Siphiyê ku bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve ye hatiye dinê. Dibistana mamostetiyê dixwîne û bêyî ku biqedîne dev jê ber dide û dest bi rojnamegeriyê dike. Di sala 1967’an de di rojnameya bi navê “Batman Gazetesi” de dixebite. Demekê serokatiya TÎP’ê ya Êlihê dike. Di wan deman de romana wî ya bi navê “Mezra Botan(3)” ku bi tirkî ye derdikeve (1969). Ev romana wî ya yekemîn e. Ew sendîkavaniyê jî dike. Hem ji ber ku kurdperwer e û hem jî ji ber ku bi nivîs û pirtûkên xwe fikr û ramanên wekhevî û welatperweriya kurdî tîne ziman doz lê tê vekirin û 15 sal cezayê hepsê lê tê birîn (1970). Ji ber ku ceza lê tê birîn berê xwe dide welatên xerîbiyê û êdî dibe penaber. Pêşiyê li Almanyayê dimîne şûnde jî derbasî Swêdê dibe (1971). Piştî ku li Swêdê bi cî dibe êdî bi awayekî profesyonelî karê nivîskariyê dike. Nivîs û berhemên ku afirandiye di çarçoveya bajeneke berfireh de ne. Wî bi 3 zimanan 23 pirtûk nivîsandiye. Ango bi kurdî, tirkî û swêdî roman, çîrok, nirxandinên siyasî û hunerî, lêkolînên dokumanterî nivisandiye. Dema ku di 19’ê Berfanbara 2000’î de ji ber êş û elema penaberiyê û derd û kulên hesreta welat û bindestiyê jiyana xwe ji dest dide li dû xwe kesayetiyeke siyasî, welatperwer û wêjeyî dihêle.