Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin 2019-10-30 17:02:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li QSD'ê kir ku tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe.   Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê têkildarîş geşedanên demên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danezanek weşand. Wezaretê di danezana xwe de li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku beriya hefteyekê li ser parastina sînoran li hev kiribûn kir kut tevlî Artêşa Sûriyeyê bibe.    Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) de derbas dibe daxuyaniya wezaretê ya têkildarî mijarê wiha : "Em li dijî heman dijminî şer dikin. Ereb û kurd di nav yekitiyê de, ji bo her bihust erda Sûriyeyê vegerînin, em bang li endamên QSD'ê dikin ku beşdarî nav yekîneyên artêşa nîzamî bibin."   Her wiha wezaretê ragihandiye ku dê bi beşdarbûna QSD'ê ya nav Artêşa Sûriyeyê kêfxweş bibin.