57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin 2019-10-30 15:59:39   EDENE - Li Girtîgeha tipa T a Şakranê 57 girtiyên ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê şermezar kirin, her yek rastî 11 roj cezayê hucreyê hatin û der barê wan de lêpirsîn hat vekirin.    Li Girtîgeha tîpa T a Şakran a Îzmirê 57 girtiyên ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin rastî cezayê hucreyê hatin. Rêveberiya girtîgehê li her girtiyekî 11 roj cezayê hucreyê birî û der barê wan de lêpirsîn dan destpêkirin.    Ji girtiyên rastî cezayê hucreyê hatin Huseyin Cig, li malbata xwe ya li Edeneyê geriya û agahî da dayika xwe Fatma Cig. Fatma Çig, diyar kir ku girtiyan ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar kir, rastî c ezayê hucreyê hatine. Çig, da zanin ku zarokên wan li dijî zilmê bertekên xwe anîne ziman, lê ji ber ku zilm şermezar kirine her yek 11 roj cezayê hucreyê daye wan."