Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin 2019-10-30 11:07:57   AYDIN – Halîme Alparslan, ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû li ser medya civakî parve kir, 2 zarokên xwe li pey xwe hiştin û tevî pitika xwe ya 8 mehî hat girtin.    Halîme Alparslan a 30 salî ku dayika 3 zarokan e, ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû li ser medya civakî parve kir, hat girtin. Halîme Alparslan 11 sal berê di 21'ê Adara 2008'an de li Taxa Ortaklar a Navçeya Germencik a Aydinê beşdarî Newrozê bûbû. Li peş rengê kesk, sor û zer wêne kişandibû. Piştî Alparslan 11 sal şûne wêneyê di Newrozê de kişandibû li ser medya civakî parve kir bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Alparslan, piştî hat binçavkirin û 2 rojan li Şaxa TEM'ê ya Midûriyetae Polîsan ma, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Aydinê doz lê hat vekirin. Dadgehê di Kanûna 2018'an de biryar da û bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" 2 sal ceza da. Piştî cezayê Alparslan erê kirin ji ber 8 meh ducanî bû cezayê wê taloq kirin. Alparslan, piştî zaroka wê çêbû, di 26'ê Tebaxa 2019'an de tevî pitika xwe ya 8 mehî Elif  hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmirê.    Dayika Halîme Alparslan Zehra Kizilay diyar kir ku keça wê tevî pitika xwe ya 8 mehî hatiye girtin û niha 2 zarok li pey xwe hiştine. Kizilay, xwest keça wê serbest bê berdan.