'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê' 2019-10-30 10:43:29 WAN - Şêniyên taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê ku bi girên kavilan xemilandiye, rêyên wê xerabe ne û qanalên wan têje gemar e, diyar kirin ku rewşa li taxa wan nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê.  Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê ya Wanê bi girên kavilan û çal û koltan xemilandiye. Li gel ku bi 18 hezar gelheya xwe taxa herî mezin a navçeyê ye jî ji taxeke bajar bêtir dişibe gund. Taxa ku Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê jî lê ye, rêyên wê yên rastkirî, qenalên wê yên têje gemar, çiravên wê yên ku pîs bêhn didin û kavilên wê yên ku bê ser û ber hatine valakirin, niştecihan bêzar dike. Navçeya Artemêtanê di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de ji aliyê namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulcîhan Kaçmaz Sagyîgît û Medenî Ozerve hat qezenckirin. Lê bi hinceta ku namzetên HDP'ê bi KHK'ê ji kar hatibûn avêtin, ji aliyê Saziya Hilbijartinê ya Bilind ve namzetê AKP'ê Îsmaîl Say li şûna wan wek şaredar hat tayînkirin.    'ME BI VÎNA XWE HEVŞAREDARÊN XWE HILBIJART'   Şeniya taxê Fatma Artim diyar kir ku 3 sal in navçeya wan ji aliyê qeyûm ve bi van gotinan bertek nîşanî qeyûm da: "Qeyûm neheqî ye. Me dengê xwe ji bo xwe avêt. Em bi ser ketin lê serkeftina me qebûl nekirin. Qeyûm bi tu awayî ji me re xizmet nekiriye. Av û ceyrana me tuneye, lê tu rayedareke nayê vê yekê napirse. Me hevşaredarên xwe bi vîna xwe hilbijart. Heke careke din hilbijartin çêbibe em ê dîsa bi vîna xwe hevşaredarên xwe hilbijêrin."   'KES BI TAXÊ NAKEVE'   Şêniya taxê Azîme Komî da zanîn ku rewşa taxa nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyî û wiha axivî: "Em ji qeyûman nerazîne. Heke xizmetê bike jî ji ber neheqiya hatiye kirin, em wî qebûl nakin. Lewra me ew nehilbijart. Em li dijî girtina neheq in. Heta niha şaredariyê bi tu awayî ji taxa me re xizmet nekiriye û tu rayedarekî neyatiye taxa me. Em daxwaz dikin ku rojên berê vegerin û hevşaredarên me bên ser peywira xwe. Di hilbijartineke din em ê dîsa dengê xwe bidin xwe û şaredariya xwe bigirin."   'KESÊN BI HİLBIJARTINÊ TÊN DIVÊ BI HILBIJARTINÊ BIÇIN JÎ'   Taxiyeke din Xemê Komî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û destnîşan kir ku kesên bi hiklbijartinê hatine divê ku bi hilbijartinê jî biçin û wiha got: "Qeyûm ji zilmê peştir tiştekî din nîne. Heta niha ji me re xizmet nehatiye kirin. Ji peywirgirtina kesên ku me wan bi vîna xwe hilbijartiye nayê qebûlkirin. Em ê teqez qeyûm qebûl nekin. Hevşaredarên ku bi hilbijartinê hatiye ser kar divê ku bi hilbijartinê jî biçin."    KEYA JÎ QEYÛM E   Nişteciha taxê Canan Komî jî anî ziman ku gazinên wan ji aliyê şaredariyê ve li ber çavan nayê girtin û ev tişt got: "Qeyûm tayînî şûna keyayê taxê jî kirin. Beriya qeyûm em diçûn şaredariyê, me bi rehetî derdê xwe digot. Xwedê qebûl neke. Me bi vîna xwe hilbijartibû lê girtin. 10 rojên ava me nayê heta niha tu rayedarekî nehatiye nepirsiye. Heta niha ne xebata gaza sirûştê ne jî xebatên rê hatine kirin. Ma me dengên xwe ji bo qeyûm da? Kesên ku me bi vîna xwe wan hilbijartiye, wan ji peywirê digirin. Ev jî ne bes e keyayê me jî girtin."