‘Pergal û civak ferdên astengdar nabîne’ 2017-12-04 09:23:52 AMED - Pisporê Xizmeta Civakî Firat Yildiz, diyar kir ku welatiyên di warê fîzîkî de astengdar in, di nav jiyanê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha got: "Pergal û civak kesên astengdar wekî kesên bê kêr û pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî dibînin." Li gorî nifûsa cîhanê ji sedî 15 ferdên civakê, ji ber cudabûnên xwe yên fîzîkî, piştî welidînê ji ber nexweşî an jî qezayan bi bedenî, ruhî, zîhnî, hestiyarî û civakî qabiliyeta xwe winda dikin û nikarin mîna kesên bi tendurist  tevbigerin, hene. Lê ev ferdên civakê ji ber cudabûna fizîkiyên xwe, rastî astengiyên fizîkî tên, di jiyana kar û perwerdê de ji rastî pisgirêkan tên. Firat Yildiz ê çavên wî nabîn in, diyar kir ku ferdên astengdar di nava civakê de, ji ber cudabûnên xwe  yên fizîkî rastî cudakariyê tên û wiha axivî: “Pergal û Civak ferdên astengdar nabîne, gava dibîne jî ji ber rewşa wan a astengdar bi çavekê belengaz û feqîr wan dibînin.”   ‘PÊDIVIYÊN ME YÊN BINGEHÎN JÎ PÊŞWAZÎ NAKIN’   Yildiz ku wekî Pisporê Xizmeta Civakî ev saleke li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl dixebite, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo derfetên jiyanê yên ferdên astengdar gelek kêmasî hene û wiha got: “Kesên astengdar bi derfetên xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêşwazî dikin. Dewlet van pêdiviyên bingehîn jî pêşwazî nake. Ji bo astengdaran dikarin tenê derfetan avabikim, şert û mercên wan sere rast bikin. Em ferdên astengdar dikarin mîna mirovan bijîn û em ji bo civakê dixebitin.”    ‘KAR NADIN FERDÊN ASTENGDAR’   Yildiz, da zanîn ku hem di sektora taybet de, hem jî di dewlet, ji bo astengdaran derfetên kar ava nekin û wiha pê de çû: “Ji bo dîtina kar gelek zorî hene. Astengdarên di sektorên taybet de dixebitin, berdêla keda wan tê îstîsmarkirin. Dewlet ji bo ferdên astengdar qada kar ava nekiriye. Ji perwerdê bigirin heya çûn û hatinê em rastî gelek zorî û cudakariyan tên. Dibistanên perwerdeyên Netewî ji bo bixwîn in, derfetên têr û tije pêşkêşî min nekirin. Lê  ligel hemû şert û mercan min xwend û dibistana xwe qedand. Mûçeyê niha digirim jî nîva wê ji bo çûyîn û hatinê diçe. Lê ligel vê yekê jî em dixwazin hin tiştan hilberînin.”      ‘DIVÊ EM NÊRÎNA XWE BIGUHERÎN IN’   Yildiz, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibêjin ‘Her ferdek berendamê astendariyê ye.’ Ev gotin, gotinek tewş û valeye. Divê kurbûn, kerbûn, cudahiyên me yên fizîkî û rengên me bibîn in. Ji ber vê yekê berî her tiştî divê em nêrîna xwe biguherin. Ger em vê yekê biguherin wê demê dê pêdivî bi ‘Roja Astengdarên Cîhanê ya 3’yê Kanûnê’ nemîne.”