DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir 2019-10-29 16:22:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Mafê Mirovan a  Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DTP'ê Hatîce Çoban, bi "binpêkirina azadiya derbirînê" Tirkiye mehkûm kir.   Siyasetmedara kurd Hatîce Çoban 2007'an dema axaftina di çalakiyekê de kiribû hatibû îdîakirina ku "propagandaya rêxistinê kiriye" û hatibû mehkûmkirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DTP'ê Hatîce Çoban bi "binpêkirina azadiya derbirînê" Tirkiye mehkûm kir.   Çoban a ku serî li DMME'yê dabû got di axaftina xwe de wê gotibû divê meseleya Kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin.   Dadgerên DMME'yê biryar li ser da ku dadmendiya Tirk li ser naveroka axaftinê ranewestiyane û "azadiya derbirînê" hatiye binpêkirin.   DMME'yê bi biryareke ku Çile ya 2016'an dayî, girtina DTP'ê ya ji hêla dewleta Tirk ve mehkûm kiribû û dadgehê biyar li ser dabû ku girtina partiyê binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye û binpêkirina mafê avakirina komeleyan e.