Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin 2019-10-29 16:14:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, li nêzî Til Temirê 14 leşkerên Artêşa Sûriyeyê dîl girtin.    Tirkiye û hêzên we yên paramîlîter ku êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin, li nêzî Til Temirê 14 leşkerên Artêşa Sûriyeyê dîl girtin. Hêzên paramîlîter leşkerên ku dîl girtine derp dikin û heqeratê li wan dikin. Ev kêlî ji aliyê wan ve hatine qeydkirin û li ser hesabên wan ên medya civakî hatine parvekirin.