Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya 2019-10-29 16:09:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Pitik Mîraz ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne, piştî ku dawiya hefteyê li cem bavê xwe derbas kir, bi hinceta ku betlaneya fermî ye careke din negirtin cem dayika wî. Ji ber vê yekê li ber derê girtîgehê gelek giriya.    Pitik Mîraz ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi dayika xwe Gulistan Dîken Akbaba re dimîne, ji bo ku dawiya hefteyê bi bavê xwe re derbas bike, roja înê ji aliyê bavê xwe Cengîz Zaza Akbaba ve ji girtîgehê hat girtin. Bav Akbaba ji bo kurê xwe careke din radestî dayika wî bike, îro bi kurê xwe re çû girtîgehê û bi hevjîna xwe re hevdîtina girtî pêk anî. Bav Akbaba piştî hevdîtinê dema ku xwest kurê xwe radestî hevjîna xwe bike, peywirdarên girtîgehê bi hinceta betlaneya fermî destûr nedan vê yekê.    Li ser vê yekê dayik û bavê Mîraz îttîrazî rewşê kirin û bi peywirdarên girtîgehê re nîqaş kirin. Li gel vê yekê jî peywirdarên girtîgehê pitik Mîraz negirtin girtîgehê û radestî dayika wî nekirin. Piştî vê yekê Bav Akbaba bi pitik Mîraz re ji girtîgehê derket. Ji ber vê rewşê pitik Mîraz jî pir giriya û ev kêlî ji aliyê xizmên wî ve hat qeydkirin.    Bav Akbaba têkildarî serpêhatiya xwe diyar kir ku dema ku îttîrazî rewşê kirine, peywirdarên girtîgehê ji wan re gotine heke ku ji destê wan bê dê hevdîtinan jî qedexe bikin.