Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin 2019-10-29 14:54:25   MÊRDÎN - Polîs Seyfûllah Çinar ê li Mahsertê hevjîn û xwesûya xwe kuştin, hat girtin.    Polîs Seyfûllah Çinar ê 45 salî, duh li Taxa Yenî ya Navçeya Mahsertê ya Mêrdînê hevjîna xwe Belma Çinar a ku polîs bû û xwesûya xwe Ummuhan Gullu kuştin. Seyfûllah Çinar piştî bûyerê hat binçavkirin. Çinar piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da sewqî dadgehê hat kirin û bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” hat girtin.    Dadgehê Çinar şand girtîgehê.