Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist 2019-10-29 14:36:59   AMED - Qeyûmê Bismilê ku beriya hefteyekê li şûna hevşaredarên HDP'ê rûniştin, bêyî ku hincet nîşan bide 7 karkerî ji kar derxist.    Qaymeqamê Bismilê Kerem Suleyman, di 22'ê Cotmehê de piştî ku Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ji peywirê hatibû girtin, weke qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Qeyûm, xebatkarên bi navê Ozgur Ulku, Zehra Ozdemîr, Cûma Ak, Cafer Şeker, Yûsûf Tûnç, Ahmet Dayan û Mehmet Mergîn li beşên cuda yên şaredariyên dixebitîn, bêyî ku hincet nîşan bide wan ji kar derxist. Hat hîbûn ku ji her heft kesan re jî peyam hatiye şandin û ji wan re hatiye ragihandin ku ji kar hatine derxistin û tu hincet nehatiye nîşandan.