Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin 2019-10-29 13:53:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar W.J. Hennigan û John Walcott, ji rojnameya TIME’ê re gotarek nivîsandin û diyar kirin ku hêzên cîhatkar ên piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê distînin li herêma Kurdan sivîlan qetil dikin û ger ku ev êrîş berdewam bikin wê bêtir sivîl bên kuştin.    Nivîskar W.J. Hennigan û John Walcott, di rojnameya TÎME de gotarek nivîsandin û bal kişandin ser komkujiya li ser sivîlên Kurd ên li Bakurê Sûriyeyê. W.J. Hennigan û John Walcott, anîn ziman ku piştî Serokê DYA Donald Trump hêza DYA'yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişand, 3 hefte şûnde rêxistinên îstîxbaratê yên DYA'yê agahiyên ku mirov bêzar dibin parve kirine û wiha gotin: "Mîlîsên ku ji aliyê Enqereyê ve çek hilgirtine, li herêmên ku DYA'yê xwe vekişandin sivîl kuştin. Rayedaran diyar kirin ku van hêzên milîsan, sûcê şer kirine û ditirsin ku van mîlîsan çekên ku DYA firotine Tirkiyeyê bikar anîne." Rayedaran da zanîn ku ew bi fikarin ku ger êrîş berdewam bike di demên pêş de bûyerên xerabtir pêk bên û bêtir sivîl bên kuştin. Rayedaran anîn ziman ku Tirkiye Tirkiye û mutefikan li qadê bêtir çek bi cih kirine.    Di gotarê de bi Kurdastî wiha hat gotin: “Rayedarekî DYA'yî di demeça ku daye TIME'ê de anî ziman ku Hêzên kurd li seranserî sînorê Sûriyeyê kozikên xwe yên parastinê ava kirin. Di navbera Tirk û hêzên Sûriyeyê de roja duşemê de şer li herêma ewle dest pê kir. 2 rayedaran anîn ziman ku ev sper û nokteyên çavdêriyê piştî sêşemê agirbest bi dawî bû, hêzên di pêşeniya Tirkan de amadekariya ku di nava axa Kurdan de pêşve herin dikin.  Ev îstîxbarat, ji aliyê hin analîstên DYA'ê ve hat şirovekirin ku Enqere demek dirêj e Kurdan dijmin dibîne û armanc dike ku axa di kontrola Kurdan de ji nifûsa sivîl paqij bikin. Rayedaran anîn ziman ku serokomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan di Civîna Neteweyên Yekbûyî ya 24'ê Îlonê de daxuyanî da û got dê li sînorê Sûriyeyê "Herema Ewle" ava bikin. Erdogan diyar kir ku wê 3,6 milyon penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li ser vê xetê bi cih bikin. Erdogan di 26'ê Cotmehê de got 'Ger ku Hêzên Kurd heta 29'ê Cotmehê ji sînor venekişin, plan dikin ku ‘teroristan paqij bikin' "   Rayedarên DYA'yê anîn ziman ku roja sêşemê (îro) agirbest bi temamî têk biçe, Tirkiye ji bo Kurdan ji herêma ewle derxin wê operasyonek berfireh bidin destpêkirin. Rayedaran da zanîn ku ji ber vê yekê bi fikarin ku sûcê şer bêtir zêde bibe. Dîsa ji ber krîza derkeve holê dê DAIŞ'a xwe ji kaozê xwedî bike, wê bi lez vegerin herêmê.  Teşkîlatên îstîxbaratê yên DYA'yê anîn ziman ku ji ber Amarîkan 5 salin li herêmê bi cih bûye bi xêra tora ava kiriye, çavkaniyên girîng ên Sûriyeyê di destê xwe de digirin. Artêşa DYA'yê bi rêk û pêk balafirên bê mirov erka keşifê dikin.  DYA piştî roja şemiyê Serokê DAIŞ'ê Ebu Bekir el Bagdadî bi operasyonê kuşt, Hêza îstîxbarata DYA ya li herêmê carek din eleqe dît. Li gel endamên CIA'yê û endamên îstîxbaratê yên Kurd û Iraqiyan, cîgirekî El Bagdadî û hevjîna wî û li ser casusên heremî yên sînorên Sûriye û Iraqê DAIŞ'î şopandin.    Rayedarên ku agahî dan TIME’ê da zanîn ku li girtîgehên ku Kurdan diparastin, herî kêm 100 endamên DAIŞ'ê reviya ne. Rayedaran anîn ziman ku tirsa wan a harî mezin di hamleyên li dijî herêma ewle de aliyê Tirkan ve êrîşek mezintir pêk bê û zerarek mezin bidin nifûsa Kurdan."