Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin 2019-10-29 13:47:26   MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê, piştî pevçûna rû da, qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de 12 gundî bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Dema biçavkirina 12 gundiyan 4 rojên din dirêj kirin.    Li çoltera gundê Erbete ya navçeya Dêrik a Mêrdînê, di 21’ê Cotmehê de, di navbera esker û HPG’iyan de pevçûn qewimî û çawîşekê pispor hatibû kuştin. Walîtiya Mêrînê piştî pevçûnê li çolterên gundên Erbete, Bizdoxan, Simaqî û Kotê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû.    Piştî îlankirina qedexeyê, li gundê Erbete, leşkeran bi ser malban de girtibûn û 12 gundê bi lêdanê binçav kiribûn. Dozgerê ku lêpirsînê bi rêve dibe, xwest ku dema binçavkirina 12 gundiyan 4 rojên din bê dirêjkirin. Ji ber vê gundî ji Qereqola Leşkerî ya Bajêr sewqî Edliya Mêrdînê hatin kirin. Gundiyên ku derxistin dadgehê, li ser daxwaza dozger 4 rojên din dema binçavkirina wan hat dirêjkirin.    Navê gundiyên dibin çavan de tên girtin wihan e: “Yûsûf Temel û kurê xwe Şeyhmus Temel, Abdurrahman Temel, Îbrahîm Temel, Mahmût Temel, Seyît Savci, Bedîrhan Savcî, Enver Demlî, M. Nezîr Demlî, Tahîr Adal, Mehmet Bîlgen û Mehmet Siddik Aksak.”