Akademisyenên aştiyê: Em li pişt îmzeyên xwe ne 2017-12-04 09:04:59 STENBOL - 120 akademisyenên ku ji ber îmze avêtin danezana aştiyê der barê wan de doz hat vekirin sibê derdikevin pêşberî dadger. Akademisyenan diyar kirin ku îro pêvajo wan mafdar derdixe û wiha gotin: "Em li pişt îmzeyên xwe ne."  Di Çileya 2016'an de komek akademîsyen ji bo şerê li herêmê bi dawî bibe danezana aştiyê ya "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kiribûn. 120 akademisyenên ku danezan îmze kirin û der barê wan de doz vebû, sibê di 5'ê Kanûnê de li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê derdikevin pêşberi dadger. Danişîna dozê dê di navbera 5'ê kanunê û 5'ê Nîsana 2018'an de berdewam bike. Der barê akademîsyenan de bi sucdariya “Propaganda rêxistinê kirine" doz hatiye vekirin. Dê li Stenbol û Galatasarayê 10 akademisyen her yek bi navbera 10 deqîqeyan dê bên darizandin. Di 7'ê kanûnê de dê li 32, 33, 34. û 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, 32 akademisyen bên darizandin. Di 21'ê Kanûnê de ji dê li 33 û 36’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dê 12 akademisyen bên darizandin.    'EZ LI PIŞT ÎMZEYA XWE ME   Akademisyenê Zanîngeha Mêrsînê Doç. Dr. Ulaş Bayraktar ku hatiye îxrackirin diyar kir ku ew li pişt îmzeya xwe ye û wiha got: "Min li dijî polîtîkayên dijhiqûqî îtîraz kir. Ger ku ev hiqûq hêj berdewam bike ez dê dîsa îtîraz bikim. Tu bendewariya min ji doza ku di 5'ê Kanûnê de li Stenbolê bê dîtin tune ye. Ji destpêka darizandinê heta niha ji aliyê vîna siyasî ve daraz tê meşandin. Vîna siyasî çi ferman bike wê pêk tînin. Heta ji destê me bê em dê li dijî bê hiqûqiyê têbikoşin û em dê sedema têkoşîna xwe bi heyeta dadgehê re parve bikin. Ez ji komîsyona OHAL'ê û heyeta dadgehê bê hêvî me. Divê em bêtir têbikoşin. Divê pirsgirêk ne bi riya ewlehiyê, bi riya muzakere û diyalogê çareser bibe. Em ji vê yekê bawer dikin."    ‘EM DÊ DÎSA GOTINA XWE DUBARE BIKIN'   Akademîsyenê Zanîngeha Kocaelî Doç. Dr. Hakan Koçak  ku hat îxrackirin jî diyar kir ku ew ji bo aştiyê têdikoşin û wiha got: "Xwestin bi vê yekê çavan bitirsînin. Xwestin me paşve bikişînin. Xwestin em dest ji daxwazên xwe berdin. Em ji destpêkê heta niha li pey daxwazên xwe yên aştiyê ne. Ev danezan daxwaza aştiyê û parastina aştiyê tîne ziman. Hêza serdest bi rêbazên otoriter û karaktera şer nêzîk dibe. Em dê dîsa daxwaza xwe ya çareserî û aştiyê bînin ziman."    'PÊVAJOYÊ CAREK DIN EM MAFDAR DERXISTIN'   Koçak, destnîşan kir ku piştî van pêkanîn û geşedanên li Tirkiye pêş ket bêtir mafdariya wan xuya dibe û wiha got: "Em mafdar in. Ji ber ku em dixwazin ku hemû civak bi hevre bijî. Di felsefeya vê danezanê de yekîtiya civakê ye. Ger ku em dibêjin em civakek in û divê em bi hevre bijîn divê em aştiyê biparêzin. Divê em li dijî şer û polîtikayên tundiyê derkevin. Divê em li dijî polîtîkayên perçekirin û cudahiyê derkevin. Li aliyê din em betel nedin jî em dikarin bi riya aştiyê çareseriyê pêş bixin. Divê ev şensa çareseriya aştiyê bê nirxandin û parastin. Divê civak bibîne ku em mafdar in."    MA / Bilal Seçkin