Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket 2019-10-29 11:29:44   ENQERE - Ji Fermandarên QSD'ê Polat Can, diyar kir ku operasyona li dijî Serokê DAÎŞ'ê Ebubekir el Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket. Can, anî ziman ku wan mehek berê biryara operasyonê dabû, lê ji ber Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê sûriyeyê kir mehekê dereng ket.      Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Polat Can, têkildarî kuştina Serokê DAÎŞ'ê Ebubekir el Bagdadî li ser hesabê xwe yê Twitterê agahî dan.    Can der barê operasyonê de ev agahî parve kirin:    “1- Dema El Baghdadî ji Deir Al Zorê derbasî herêma Al Dashisha ya Îdlibê bû, me ji çavkaniyên xwe piştrast kir. Ji 15'ê Gulanê ve ji bo em Al Baghdadî bişopînin bi CIA'ê re em xebatê dikin.    2 - Çavkaniyek me xwe gîhand mala El Bagdadî ku xwe lê veşartibû. Al Baghdadî cihê xwe pir zêde diguhert. Amadekariya ku derbasî Jerablusê bibe dikir.    3- Çavkaniya me ya xwe gîhand Bagdadî, ji bo testa DNA ya Bagdadî binkirazên wî bi dest xist.    4- Me mehek berê biryar da ku Al Baghdadî ji holê rakin. Lê piştî ku DYA xwe paşve kişand û Tirkiye dest bi êrîşan kir, şopandina Al Baghdadî bêtir zahmet bû. Ji ber operasyona Tirkiyeyê, operasyona li dijî El Bagdadî mehekê dereng ket.    5- Hemû îstîxbarat û gîhandina Al Baghdadî, tev encama hewldanên me bûn. Çavkaniya me koordinat şandin. Balafir araste kir. Heta dawiya operasyonê çavkaniya me rola xwe lîst.    6 -Hemû komên ku Gundê  Barisha dorpêç kirin. Yên li gund bi navên cuda xebatên dikirin, tev terorîstên DAÎŞ'ê bûn. Di operasyona hewayî de hemû nokteyên eskerî û rê hatin hedefgirtin.    7- Terorist Abu al-Hassan, ji bo Al Baghdadî bibe mala wî ya nû ya Jerablusê li Jerablusê li ser karekî taybet bû. Ebu el-Hassan ji aliyê îstîxbarata SDF'ê ve ji nêzîk ve hat şopandin."