Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'! 2019-10-29 09:51:48 ŞIRNEX - Kesên ku xwe weke polisan dan nasîn, hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek siyasetmedaran di bin navê "çay û sohbetê" de vexwendin Miduriyeta Polisan a Şirnexê. Hat diyarkirin ku hin kes jî gef li wan hatin xwarine û sîxurtî li wan hatiye ferzkirin.  Kesên ku xwe weke polisan didin nasîn, di rojên dawîn de li navend û navçeyên Şirnexê hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek siyasetmedaran di bin navê "ça û sohbetê" de vedixwînin Miduriyeta Polisan a Şirnexê. Hat hînbûn ku van kesan li Serokê berê yê Rêxistina Bajar ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Yakûp Barkin û Seroka Rêxistina Navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Basayê Leyla Topal jî di nav de zêdetirî 20 endam û rêveberên HDP û DBP'ê geriyane. Di encama lêgerînên ku li ser nimreya dawiya wê 66 48'an diqede pêk hatine de kesên ku çûne Miduriyeta Polisan a Şirnexê sîxurtî li wan hatiye ferzkirin.    BERSIVA 'EM LI HERKESÎ DIGERIN'   Serokê berê yê Rêxistina Bajar ê DBP'ê Yakûp Barkin têkildarî serpêhatiya wan axivî û diyar kir ku beriya 10 kesên navborî lê geriyane û wiha got: "Ji me re gotin, 'werin li emniyetê çaya me vexwin'. Min jî ji wan re got ku armanca we ne vexwarina çayê ye niyeta xwe bibêjin. Li ser vê pirsa min gotin ku ne tenê li min digerin li herkesî digerin. Ji bilî min bi heman rêbazî li çend rêveberên partiyê jî geriyane."   Rêveberekî partiyê ku li navenda bajar lê geriyabûn jî diyar kir ku kesên lê geriyane xwestine li ser zarokên wî yên xwendekar şantajê li bikin û wiha got: "Ji min re gotin ku tu timik diçî HDP'ê, em ê perwerdeya zarokên te asteng bikin, kî tên partiyê? T careke din biçî partiyê em ê serê te û zarokên te bişewitînin."   Seroka Rêxistina HDP'a Basayê Leyla Topal jî da zanîn ku heman kes lê jî geriyane û sîxurtiyê lê ferz kirine.