Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû 2019-10-29 09:18:20 AMED - Di ser koça Kadrî Kaya (Mamoste) ku tam 18 salan bênavber di çapemeniya azad de xebitî, salek derbas bû. Hevpîşe û hevrêyên wî bal kişandin ser helwest, sekn, dîsîplîn, pratîk û keda wî ya di çapemeniya azad de.  Kadrî Kaya ku di qada kedê de bi nasnavê "Seyda" û di çapemeniya kurd de bi nasnavê "Mamoste" dihat naskirin, di 29'ê Cotmeha 2018'an de ji ber pençeşêrê li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê jiyana xwe ji dest da. Kaya, cara ewil  bi Rojnameya Ozgur Bakişê daxilî nav çapemeniya kurd bû û nûnerê rojnameyê yê Amedê bû. Piştî rojname ji ber dozên lê hatin kirin û zextên li ser hat girtin, di 27'ê Gulana 2000'î de Rojnameya Yenî Gundem derket û Kaya heman peywira xwe domand û piştî di 31'ê Adara 2001'î de ev rojname jî hat girtin di Rojnameya Yedîncî Gundemê de û paşê di 2004'an de di avakirina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de cih girt û di heman demê de bû Nûnerê DÎHA'yê yê Amedê. Kaya, heta girtina DÎHA'yê ku bi KHK'ê hat girtin (29'ê Cotmeha 2016'an) Nûnerê DÎHA'yê yê Amedê bû. Her wiha mamoste gava di saziyên perwerdehiya neteweyî de karmend bû, ji salên 80'yî di sendîkayên li ser xeta Egîtîm-Senê de jî cih girtiye û piştî teqawid dibe di nav çapemeniya kurd de cih digire.    HEVALÊN WÎ BEHSA WÎ KIRIN    Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ku gelek salan bi Mamoste re xebitiye, diyar kir ku Kaya 18 salan di çapemeniya azad de xebeitiye û got: "Bi hemû hevalan re eleqedar dibû. 24 saetên xwe ji bo hevalan vediqetand. Gava pirsgirêkek wan hebûna, ji bo hel bike ji desta çi bihata dikir. Gava karek bikirana, diviya beramberiya wî karî hebûna. Heqê keda xwe jî werdigirt." Ertaş, bilêv kir ku ji bo mamsote tişta girîng ew bû ku nûçeyên xebatkarên çapemeniya azad pêwendiyê bi gel re deynin.    Ertaş, got: "Mesela komputer, şarj, wênekêş û kamerayeke ku dihat gotin nayê bikaranîn, li ser dixebitî û çê dikir. Em bêjin perçeyek wênekêşekê xera bûye û bi zor tê çêkirin. Lê ew li ser hûr dibû û wê çê dikir. Ji dêvla pereyekî zêde li amûrên xera bûne xerc bike, wî xwe bi xwe ew tamîr dikirin."    Ertaş, destnîşan kir ku Kaya bi helwest, sekn, dîsîplîn û pratîka xwe navê "Mamoste" girtiye û got: "Bi rastî jî mamosteyê çapemeniya azad bû. Keda wî li ser hemû hevalan heye. Ji xwe tim û tim ji derdora xwe re tiştind igotin." Ertaş, anî ziman ku bi mirina Kaya re di çapemeniya azad de valahiyek çê bûye û got, zehmet e ku valahî bê dagirtin.    Ertaş, diyar kir ku ew ê bihêlin ku Kaya tim bijî û got, ji bo vê jî hewldaneke mezin divê. Ertaş, anî ziman ku Kaya li ber zext û zoriyên dewletê jî tu carî bi paş ve gav neavêtiye û got: "Li hemberî kapîtalîzmê xwedîtêkoşîneke mezin bû. Ev yek di pratîka wî de jî xuya dikir û li gor wê têdikoşiya. Mamoste çi bigota, pratîka wê jî dikir. Tim li pişt fikrên xwe bû û tu carî tawîz ji wan nedida."    'TIŞTÊN DIGOTIN ÇOP IN JÎ VEDIGUHERAND'    Şehmûz Tûncay ku bi salan û ew Kaya bi hev re wênekêş û kamera tamîr kirine, diyar kir ku pratîka her gotineke Mamoste hebû û got: "Ji bo wênekêş û kamerayekê bi rojan em dixebitîn. Her wiha me beramberiya keda xwe jî bi dest dixist. Vîdeyeke makîneyan jî nediavêt. Digot, wê bi kêrî makîneyeke din bê. Makîneyên ku digotin çop e û diavêtin jî çê dikir." Tûncay, anî ziman ku ji sala 2004'an heta roja jiyana xwe ji dest daye bi hev re xebitîne û got: "Pençeşêr li me her duyan jî peyda bûbû. Me moralê hev xurt dikir. Nexweş bû jî, lê dixwest bixebite. Berî jiyana xwe ji dest bide bi 6 mehan em çûbûn mala wî. Hîn wê çaxê gotibû pençeşêr lê peyda bûye. Heta wê çaxê jî ji me veşartibû. Nexweş bû jî, lê dîsa dixwest bixebite."    'MAMOSTE CIHÊ CESARETÊ BÛ'   Tûncay, anî ziman ku gava makîneyek tamîr dikir ditirsiya ku xera bike, lê belê Mamoste tim cesaret didayê û got: "Di warê hevrêtiyê de jî pir baş bû. Li ser hemû hevalan keda wî heye. Xwedîdîsîplîn bû. Ji xebatê pir hez dikir. Ji bo her kes bixebite ji destê wî çi bihata dikir."    MA / Fethi Balaman