Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin 2019-10-29 09:16:23 EDENE - Li Girtîgeha Kurkçulerê, DAIŞ'î û PKK'yiyan xistine heman korîdorê û qada wan î hevdîtinê jî heman qad e. Dozgeriyê ji bo vê yekê got, "ji bo pêşî li ber pêwendîdanîneke rêxistinî bê girtin" bi fermana Wezareta Dadê pêkanîna "tevlihev bike" xistiye dewrê.  Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, girtiyên PKK'yî ji bo qada wan î hevdîtinê û ya DAIŞ'Iyan ne yek be, serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dabûn. Lê belê serdozgeriyê serlêdana wan red kir û pêkanîna "tevlihev bike" xist dewrê. Piştî vê PKK'yî, DAIŞ'î, FETO'yî û girtiyên ji rêxistinên çepgiriyî li heman korîdorê hatine bicihkirin û hevdîtinên wan î vekirî jî li heman qadê pêk tên. Girtî ji bo ewlehiya xwe û malbatên xwe demekê hevdîtin red kirin.    Girtiyan, di 3'yê Îlonê de ji bo bidawîbûna pêkanînan "tevlihev bike" serî li dozgeriyê dan. Lê belê dozgeriyê got, pêkanîna "tevlihev bike" fermana Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan e ku girêdayî Wezareta Dadê ye û parast ku ji bo "pêşî li ber pêwendîdanîna rêxistinî bê girtin" ev yek xistine dewrê. Piştî vê li heman korîdorê li 3 odeyên cuda girtiyên PKK'yî, DAIŞ'î, FETO'yî û rêxistinên çepgirî ên din hatine bicihkirin.