Îzmîrî: Kesên tev li nelêrêtiyê bûne darizînin 2017-12-04 09:04:06 ÎZMÎR - Îzmîriyan bal kişand ser îtirafên Reza Zarraf û diyar kirin ku rayedarên dewletê yên navê wan di nelêrêtî û bertêlê re derbas bûye, ji ber ku li Tirkiyeyê nehatin darizandin, doz çûye qada navneteweyî. Îzmîriyan xwest kesên navên wan di nelêrêtiyê re derbas bûne, bên dariznandin. Welatiyê Îran û Tirkiyeyê Reza Zarrab, ji ber ku amboagoya li ser Îranê kun kir, di doza ku der barê Alîkarê Midurê Giştî yê Halkbankê Mehmet Hakan Atîlla de wekî "şahid" her tişt îtiraf kir. Nîqaşên di vê der barê de her roj zêde dibin. Îtirafên Zarrab ên li Tirkiyeyê û qada navneteweyî deng vedan, welatiyên li Îzmîrê jî nerazîbûn nîşanê hikumta AKP'ê dan. Îzmîriyan xwest rayedarê hikumetê li Tirkiyeyê bên darizandin.   ‘DÊ EV DOZ XWE BIGIHÎNE ERDOGAN’    Welatiya bi navê Zehra Polat diyar kir ku Operasyona Bertêl û Nelêrêtiyê ya 17-25'ê Kanûnê nehatiye zelalkirin û ji ber vê doz çûye daraza navneteweyî û wiha got: "Navê Zarrab heta duh jî ji devê rayedarê desthilatdariyê nediket û her dem pesnên wî didan. Nelêrêtî raste rast bi destê rayedarên hikumetê hat kirin. Wê demê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xwest Zafer Çaglayan ê navê wî di nelêrêtiyê re derbas bû, îstifa bike. Çaglayan îstifa kir û wekî mînak Erdogan da nîşan û got ku 'Me jî ji derveyê fermana wî tu tişt nekir.' Yanî wekî ku hûn jî fêm dikin, dibe ku ev doz xwe bigihîne Erdogan. Ji vê ditirsin. Ne tenê Zarrab divê yên pişt wî de jî bên darizandin."   ‘DIVÊ BÊN CEZAKIRIN’    Tulîn Topuzoglu jî destnîşan kir ku axaftinên Zarrab ên ji bo Tirkiyeyê rûmetê dişkêne û ev tişt got: "Divê di serî de ev dosya bihata girtin. Divê di serî de bi ser nelêrêtiyan de biçûne. Bertêlên ew qas zêde hatiye dayîn; hejmarên ku me tu carî nedî ne. Kê destûr da van karên qirêj û ji bo çi destûr dan van. Êdî ji rojeva Tirkiyeyê derket û ket rojeva raya tiştî ya cîhanê."   ‘WELAT WIHA NAYÊ BI RÊVEBIRIN’   Ugur Goçmuş anî ziman ku doza li DYA'yê tê dîtin, îtirafên Zarrab ji bo Tirkiyeyê gelekî bi êş in, piştrast kir ku desthilatdariya siyasî welat xistiye nav rewşeke ne baş û wiha pê de çû: "Welat dane ber îdareya yek kesî. Rewşa heyî jî dide xuyakirin ku welat wiha nayê bi rêvebirin. Divê welatekî azad, demokratîk û wekhev bê avakirin. Kesên navê wan tev li nelêrêtiyê bûn jî divê bên darizandin."   'DIVÊ HEMÛ BÊN DARIZANDIN'   Jiba bi navê Meryem Gîrgîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu carî edalet pêk nehatiye û ev tişt anî ziman: "Tirkiye ber bi lîçoqê ve diçe. Desthilatdariya siyasî ji bo armancên xwe welat dide ber agir. Divê ev desthilatdarî hesabê bide gel." Ozden Yilmaz jî ev tişt got: "Hemû destkeftiyên gel bi nelêrêtiyê herimandin. Divê bi Zarrab re rayedarên dewletê yên tev li nelêrtiyê bûn, bên cezakirin."