'Îdiaya şandina penaberan bi xwe xofekê dixwe dilê mirov' 2019-10-29 09:14:35 STENBOL - Lêkolînera Mafên Penaber û Koçberan Anna Shea, ji bo îdiaya ku tê gotin wê penabrên sûriyeyî bi zorê "li herêma biewle" bên bicihkirin got, ev îdia bi tenê jî xofekê dixwe dilê mirov.  Piştî êrîşên li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, careke din mijara penaberan ket rojevê. Li gorî mutabaqata ku Erdogan û Pûtîn çê kirin, ji bo penare vegerin wê hin liv û tevger çê bibin.    ‘XOFEKÊ DIXWE DILÊ MIROV'    Lêkolînera Mafên Penaber û Koçberan a Rêxistina Efûyê Anna Shea, anî ziman ku tê xwestin bi darê zorê penaber li wê qada tê çêkirin bên bicihkirin û got: "Tirkiye û Rûsyayê mutabaqatek çê kirin û li gor vê mutabaqatê tê xwestin ku penaber li 'herêma biewle' ya ku hîn nehatiye çêkirin bên bicihkirinç Ev bi tena serê xwe xofekê dixe dilê mirov. Şandinên heta niha hatine kirin ji xeynî ewlehî û dildariyê dişibin her tştî."    ‘BI MILYONAN SÛRIYEYÎ DI REWŞEKE XETERE DE NE'    Shea, destnîşan kir ku bi milyonan penaber di rewşeke xetere de ne û got: "8 sal di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê re derbas bûye. Di van salan de 3 milyon û nîv sûriyeyî hatine Tirkiyeyê. Penaberên li Stenbolê dimînin, bilêv dikin ku berpirsiyarê vî şerî DAIŞ e. Tu hêviya penaberan ji welatê wan tuneye û dibêjin Tirkiye ji bo wan çêtir e."    Diya Siye ku ji Efrînê hatiye, da zanîn ku 2 zarokên wê hene. Siye, bilêv kir ku ji kêfa xwe nehatiye û got: "Em dixwazin bajarê me ji nû ve bê sazkirin û vegerin welatê xwe. Çimkî tu dever wekî welatê mirov nabe. Li vira tu qîmetek me tuneye. Ji me hez nakin. Em dixwazin vegerin. Xwedê mal û milkê kesî xera neke."    ‘EM DIXWAZIN WEKÎ MIROVAN BIJÎN'    Bavê 4 zarokan Elhaj Cîblî jî anî ziman ku beriya şer Sûriye welatekî pir dewlemend bû û loma serdest destekê didin şer. Cîblî, got: "4 zarokên min hene. Ez petrolê naxwazim. Zarokên min jiyana min in û ez wan xwedî dikim. Mala min, jiyana min, her tiştê min çû. Zarokên min nikarin biçin dibistanê. Ji malbata me 7 kes mirin. Tenê em dixwazin wekî mirovan bijîn."    'ÇI SÛCÊ MIN HEYE?'    Cîblî, anî ziman ku gava vegerin welatê xwe wê rejîma Sûriyeyê wan bigire û got: "Wê betalî, xizanî û şer dewam bike. Ez naxwazim vegerim. Ez naxwazim biçim leşkeriyê û şer bikim. Çi sûcê min heye? Tu xaniyekî nû jî bidî min naxwazim. Tenê ketime etra zarokên xwe. Zarokên min dixwazin için dibistanê."    'HEGER BIÇIM WÊ MIN BIGIRIN'    Zekeriya Cîblî jî got: "Ji ber şer mala me xirab bû. Devereke ku em pê de biçin tuneye. Em feqîr in. Heger vegerim wê min bigirin û têxin girtîgehê. Çimkî ez neçûme eskeriyê. Eskerên Esad ez kirim xayîn."    Bavê 3 zarokan Ahmad Şîbnî jî, bilêv kir ku nexweş e û got: "Gava diçim nexweşxaneyê dibêjin 'Allah Allah of Sûrî'. Ji ber nizanim bi tirkî bera min didin. Nikarim xwarinê ji zarokên xwe re bikirim. Nexweşxaneyên taybet ji bo tedawiyê 15 hezar lîre dixwazin. Ji xwe ez betal im. Ez ê ev qas pereyî çawa bidim?"