ESP'î hatin berdan 2019-10-28 16:46:46 STENBOL - ESP'iyên ku di 25'ê Cotemehê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    9 endamên ESP'ê ku di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, piştî dayîna îfadeyên xwe ya li emniyetê, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Bêyî ku ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyê wan bê girtin, bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin û li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.