Li Êlihê qeza: Karkerek mir û 10 karker jî birîndar bûn 2019-10-28 16:37:31   ÊLIH – Dolmîşa karkeran li Êlihê qeza kir, karkerek jiyana xwe ji dest da û 4 jê giran 10 karker jî birîndar bûn.    Li ser rêya nêzî gundê Kifîfê yê girêdayî navçeya Hezoya Êlihê dolmîşa karkerên tekstîlê qelibî û di palê de terayî newalê bû. Dolmîşa ku karkeran ji gundan dibir navenda Êlihê ajokar Rasîm Aksoy serweriya xwe winda kir û dolmîş ji rê derket û qelibî. Li cihê bûyerê karkerê bi navê Mahsum Aksoy jiyana xwe ji dest da. 4 jê giran 10 karker jî birîndar bûn. Birîndar ji aliyê welatiyan û ekîba Agirkujiyê ya Şaredariya Êlihê ve ji nava domîşê hatin derxistin û bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.