‘Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye’ 2019-10-28 15:31:38   ENQERE – Hewldana Edaletê Ji Bo Roboskî di hefteya 94’emîn de qurbaniyên Roboskî bibîr anî û got Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye.    Hewldana Edaletê Ji Bo Roboskî di hefteya 94’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Enqereyê qurbaniyên Roboskî bi daxuyaniyekê bibîr anî. Endamê Hewldanê Tanju Gunduzalp daxuyanî da û got: “Bêceza hiştina komkujiyek wiha ku hemû riyên darazê û hiqûqê hatine girtin ku dixwazin serê biniximînin dê çawa bê daxuyandin?”    ‘DADGEHA EWROPA TRAJEDIYEK DIN ANÎ SERÊ MALBATAN’    Gunduzalp bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya ji 9’ê çileya 2012’an dest pê kir û heta 21’ê nîsana 2018’an dewam kir û wiha got: “Biryara Dadgeha Ewropayê trajediyek din bi malbatan û bi me da qewimandin. Em vê biryarê qebûl nakin. Duh jî û îro jî ji bo sûcê hatine kirin cezakirin pêk nayê û edalet cihê xwe nabîne. Heta edalet neyê Roboskî nayê Tirkiyê jî. Roboskî ezmûna dewletê û desthilatdariyê ye. Li ser vê axê ewil rêya aştî û ya edaletê teqez di Roboskî de dê derbas bibe.”