Walîtiya Îdirê li bajar çalakî qedexe kirin 2019-10-28 15:29:47 ÎDIR - Walîtiya Îdirê, hemû cûre şahî û çalakiyên ku li bajar bên lidarxistin, ji bo 15 rojan qedexe kir.   Walîtiya Îdirê, hemû cûre şahî û çalakiyên ku li bajar bên lidarxistin, ji bo 15 rojan qedexe kir. Di daxuyaniya ku têkildarî mijarê ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de hatiye ragihandin ku mitîng, meş, civîn, şahî, şahiya li kuçeyan, çalakiya li kuçeyan, konser, guhdarkiriya muzîkê, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina stantê, çalakiya rûniştinê û gelek çalakiyên bi rengî heta 15 rojan hatine qedexekirin. Weke hincet jî pêkanîna ewlehiyê hatiye nîşandan.