NYT'ê piştperdeya 'operasyona Bagdadî' nivîsand 2019-10-28 12:45:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên îstixbaratê yên amerîkî ku ji New York Timesê ku piştperdeya operasyona kuştina Lîderê DAIŞ'ê Ebûbekîr El Bagdadî nivîsand re axivîn, diyar kirin ku îstixbarata micid ji kurdên Sûriye û Iraqê girtine. Rojnameya New York Timesê, operasyona kuştina Lîderê Dewleta Îslamê ya Iraq Şamê (DAIŞ) Ebûbekîr El Bagdadî ku şeva borî bi qasî 5 kîlometreya dûrî sînorê Tirkiyeyê li gundê Barisha yê Îdlibê pêk hat, nivîsand. Di nûçeya ku bi agahiyên yekîneyên îstixbarata Amerîkayê hatiye amadekirin de tiştên ku beriya operasyonê pêk hatine cih digirin.    Li gorî nûçeya ku di BBC Tirkî de cih digire, yekîneyên îstixbaratê, beriya aşkerakirina plana vekişandina ji Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, cihê Bagdadî tespît kirine û di nav amadekariyên operasyonê de bûne.    Girtina Bagdadî, ji aliyê Trûmp ku rayedarên îstixbaratê beriya bi mehan ew agahdar kirine ve jî weke pêşaniya herî girîng a li herêmê hatiye diyarkirin.    Lê daxuyaniya Trûmp  a ji bo vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê  ya beriya 3 hefteyan, planên operasyonê ku bi fîtozî hatibûn amadekirin, qetûbir kir. Li gorî rayedaran, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) beriya ku tora sîxur, firînên keşfê û hebûna leşkerî ya li herêmê hilweşe ketiye nav tevgerê, amadekariyên xwe lezandiye û di şeveke birîsq de operasyonê pêk aniye.    'NE BI SAYA TRUMP, LIGEL TRÛMP HATİYE KUŞTIN'   Heman rayedaran ji NYT'ê re ragihandine ku Bagdadî ne bi saya Trûmp ligel Trûmp hatiye kuştin.    Trûmp dema ku di 6'ê Cotmehê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi rêya telefonê axiviye û biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê daye, nayê zanîn ku îstixbarata Bagdadî çiqas li ber çavan girtiye. Lê rastiyeke wiha jî heye; li gorî rayedarên leşkerî ku derbarê mijarê de xwedî agahî bûne, fermandarên li qadê bi biryara Trûmp re ji bo pêkhatina vê operasyona tevlîhev hê bêtir ketine bin tundiyê.    Ji Wezareta Parastinê, îstixbarat, artêş û têkoşîna bi terorê re 10 rayedaren amerîkî, pêvajoya operasyonê ku şeva şemiyê hat lidarxistin vegotin.    Di mehên havînê de piştî ku CIA ji nişkeve îstixbarate ku Bagdadî li gundekî Bakurê Rojavêyê Sûriyeyê yê hevrikên DAIŞ'ê yê rêxistinên girêdayî El Qaîdeyê ye girtiye, dest bi plankirina operasyonê kiriye. Li gorî rayedarên amerîkî ev îstixbarat, di encama lêpirsîneke derbarê kûryeyekî DAIŞ'ê ku bi hevjîneke Bagdadî re hatiye girtin de hatiye bidestxistin.    'ÎXTIXBARATA HERÎ MICID JI KURDÊN SÛRIYE Û IRAQÊ HATIYE GIRTIN'   CIA, piştî vê îstixbaratê bi yekîneyên îstixbaratê yên kurdên Sûriye û Iraqê re dest bi xebatê kir. Bi armanca ku cihê Bagdadî tespît bike û qadên tevgera bi rêk û pêk diyar bike, sîxûran li herêma gotina mijarê bi cih bike, bi van yekîneyan re dest bi xebatê kir.  Li gorî ragihandinên rayedarên amerîkî, li gel biryara TRÛMP a vekişandina ji Sûriyeyê jî hêzên kurd ji bo operasyona Bagdadî bi CIA'yê re xebitîne.    Heta rayedarekî şîroveyeke wiha kir: "Kurdên Sûriye û Iraqê ji hemû welatên din bêtir ji bo operasyonê îstixbarat kom kirin."    Li gorî vegotina endezyarekî Sûriyeyê jî Bagdadî li gundê ku operasyonê lê pêk hatiye, li mala fermdarê rêxistina Hûrras el-Dîn a girêdayî El Qaîdeyê Ebu Muhammed Salama xwe veşartiye.