Bi gotina 'dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin 2019-10-28 11:18:24 RIHA – Mahmut Polat (59) ê li Rihayê dijî ji ber parvekirinên medya civakî polîsan bi ser mala wî de girtibû û polîsan îşkence li du zarokên wî kiribû. Polat got “Wexta serdegirtinê de polîsan got ‘Dewletê fermana lê bide daye me. Em dikarin we bikujin.’ Me bi van gotinan tehdît kirin.”  Mahmut Polat (59) ê li Rihayê dijî li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava di medya civakî de bertek nîşan dabû. Polîsan ji ber parvekirinê di 18’ê cotmehê bi ser mala Polat de girt. Polîsan îşkence li Polat û du zarokên wî M.A.P (17) û S.P (20) kirin.    ‘DEWLETÊ FERMANA LÊ BIDE DAYE ME’    Polat behsa serdegirtina xwe ji Ajansa Mezopotamya re kir. Polat diyar kir ku serê sibê di kêliya wî Qurana pîroz dixwend polîsan bi ser mala wî de û gotine dê lêgerînê li mala wî pêk bînin û wî jî gotiye ‘keremkin hûn dikarin lêgerîn bînin.’ Polat da zanîn ku polîsan di dema lêgerînê de jê re gotine ‘tu hem Quranê dixwînî û hem jî terorîstiyê dikî. Biçe li çiyê terorîstiyê bike’ û wiha got: “Min jî got ez dizanim mesele çi ye û min xwest wezîfeya xwe bikin û derkevin biçin. Polîsan ji min re got ‘Me qenciyê bi we kiriye. Divê me derî bişikanda û em biketina malê. Dewletê fermana lê bide daye me. Em dikarin we bikujin.’ Me bi van gotinan tehdît kirin. Min ji wan re got tişta hûn dikin sûc e û hûn sûc dikin. Lê polîsan heqaret li me kirin û saetek îşkence li me kirin.”    DÊ GILÎ BIKE    Polat anî ziman ku piştî serdegirtina malê û îşkenceya li wan hatiye kirin wî û du zarokên wî binçav kirine û bêyî wan li nexweşxaneyê muayene bikin polîsan rapor ji nexweşxaneyê sitendine. Polat got heta wan birine emniyetê polîsan îşkence li wan kiriye. Polat diyar kir ku piştî wan îfade daye hatne berdan û piştî ewraqên wî temam bibin dê biçe li dozgeriyê giliyê polîsan bike.